Yildirim: Bi êrîşê dixwazin dîroka Ehmedê Xanî tune bikin 2017-06-27 16:48:49 STENBOL – Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim di konsera NÇM’ê de axivî û wiha got: “Bi êrîşa li dijî abîdeya Feylozofê kurd Ehmedê Xanî, dixwazin gelê kurd ji dîroka wê ya derbas bûye qût bikin.” Xebatkarên Navenda Çanda Med (NÇM) a ku bi KHK’ê hat girtin bi wesîla Cejna Remezanê li eywana Salon Boy Davet a Esenyurta Stenbolê konsera bi dirûşmeya ““Huner ne di nav 4 dîwaran de ye, huner li her derê bi gel re tê gel hev” konser li dar xist. Di konsere de Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, hevserokên HDP’a Esenyurtê, rêveberên HDP’ê û bi sedan welatî amade bûn. Li dîwarên eywanê pankartên “Encam çi dibe bila bibe wê dawî muhteşem be”, “Me bi ciwanî destpê kir em ê bi ciwanî biserkevin”, “Jiyan jiyan azadî” û “Edalet ji bo herkesî, wêneyên Rêberê PKK Abdullah Ocalan û alên HDP hatin daliqandin. Di konserê Serokekîlê Koma HDP’ê Yildirim axivî û destnîşan kir ku çand û huner bîra civakê ye û got ku bi sedan sal wêje, çand û hunera gelê kurd heta roja îro hebûna xwe diparêze. Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtina li gel Demîrtaş kir û behsa sohbeta di navbera xwe Demîrtaş de kir. 'DIXWAZIN GELÊ KURD JI DÎROKA WAN QÛT BIKIN’ Yildirim gotinên Erdogan ên derbarê feylozof û ronakbîrên kurd de bibîr xist û ev tişt got: “Beriya 3 rojan li Bazîdê bi destê qeyûm êrîş birin ser abîdeya Feylozofê kurd Ehmedê Xanî. Dixwazin bi van êrîşên li dijî nirx û abîdeyên gelê kurd hemû nirxên gelê kurd ji holê rakirin. Dixwazin têkiliya gelê kurd bi dîroka derbasbûy re qût bikin.” ‘KURDISTAN KIRIN ERDNÎGARIYA WINDAYAN’ Yildirim da zanîn ku AKP ji roja hatiye ser desthilatdariyê ve heta roja îro dibêje “Em ê faîlên ne diyar bibînin” û got ku lê AKP di nav du salên dawî de erdnîgariya Kurdistanê kiriye erdnîgariya “faîlên ne diyar.” Yildirim anî ziman ku saziyên di salên 1990’an de hatin vekirin îro hemû yek bi yek bi destê AKP’ê tên girtin. Piştî axaftina Yildirim, hunermend Mem Ararat, Evînên Rêzan, Koma Stêrkên Azadiyê, Axdar, Dengbêj Sebrî Agirî û Xenî Qarayazî derketin ser dikê û beşdarvanan li ber stranan dilxweş kirin. Her wiha di konserê de Koma Ehmedê Xanî ya govendê jî derketin ser dikê û govend gerandin. Piştî şahiya hunerî konser bi dawî bû.