Ji dengê Yuksekdag jî ditirsin 2017-06-27 17:08:13 KOCAELÎ - Hevseroka HDP'a Îzmîrê Gulay Gun Bîlîcî, bi armanca biçe li ber Girtîgeha Kandirayê ya Hevseroka HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag tê ragirtin çalakiyê pêk bîne, ji Îzmîrê bi rê ket, rastî astengiyan hat. Bîlîcî, diyar kir ku ditirsin di kesayeta Yuksekdag de dengê jinan bilind bikin. Hevseroka HDP'a Îzmîrê Gulay Gun Bîlîcî, bi armanca biçe ber Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya bere Fîgen Yuksekdag lê tê girtin daxuyanî bide ji Îzmirê ket rê. Bîlîcî tevî heyeta ji 8 kesan pêk dihat, bi wesayîtên xwe yên taybet gehiştin Kocaeliyê. Hevseroka HDP'a Îzmîrê Gulay Gun Bîlîcî bûyerên ku li Kocaeliyê jiyane vegot. Bîlîcî ani ziman ku otobusa wan hatiye astengkirin û wiha axivî: "Pişi polisan otobusa me desteser kir, em derbasî Termînala Navbajaran a Îzmîrê bûme. Me xwest bi otobusê bên. Lê polîsan destûr neda me. Ji ber vê yekê me biryar da ku em bi du wesayîtên taybet bikevin rê. Heya Kocaeliyê em şopandin û plakayên me qeyd kirin. Xwestin çûyîna me asteng bikin." Bîlîcî da zanîn ku ew li Kocaeliyê, hatin rawestandin û wiha got: "Li dijî Fîgen Yuksekdag dewletê feraset û nêzîkatiya xwe daniye holê. Ditirsin di kesayeta Yuksekdag de dengê jinan bilind bikin. Ev nêzîkatî di kesayeta Yuksekdag de li dijî hemû jinan pêkn tê. Ji bo tunekirina jinan ev yek hatiye kirin. Ji dengê Yuksekdag jî ditirsin."