Polîsan dîsa êrîş kir û binçavkirin 2017-06-27 17:53:09 ENQERE – Greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ket roja 111'emîn. Polîsan di roja 231'an a çalakiya vegera karên xwe ya li Kolana Yukselê cardin mudaxe kir û du kes bi lêdanê binçavkirin. Çalakiya Xebatkarên Cemawerî yên di KHK'ê ji kar hatin avêtin di roja 231'ê de jî domiya. Çalakiya greva biçîbûn ya ji bo vegerin karê xwe ku ji aliyê Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ve hatibû destpêkirin jî, di 111'emîn roja xwe de domiya. Velî Salçilik, Nazîfe Onay û piştevanên wan bi armanca berxwedan bidome, piştgirî dan Semîh û Nuriye û xwestin li Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsan rê girtin û destûr nedan çalakvanên ku dixwestin ji Kolana Karanfîlê, derbasî Kolana Yukselê bibin. Piştî daxuyaniyê çalakvan rûniştin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Polîsên ku bi tundî êrîş kir, bi gaza îsotê mudaxeleyî çalakvan û welatiyan kirin. Velî Saçilik, piştî binçavkirina Nazife Onay diyar kir ku ferman ji jorê hatiye ku min binçav bikin. Nazîfe Onay jî beriya binçavkirinê got "Ev 111 rojin Nuriye û Semîh di greva birçîbûnê de ne. Bi bedel dayîna canê xwe li edaletê digerin. Hikûmeta AKP'ê bi birçîbûnê dixwaze me terbîye bike. Lê dê tu çarî bi ser nekeve."