PKK'ê êrîş kir: 3 leşker mirin 2017-06-27 18:37:30 ŞIRNEX - Endamên PKK'ê li Navçeya Qilebanê ya Şirnexê bi roketan êrîşî yekîneyên leşkeran kirin. Di êrîşê ed 3 leşker mirin. Endamên PKK'ê li navçeya Qilabanê ya Şirnexê saet di 16.00'an de bi roketan êrîşî Barageha Leşkerî ya Elmali kirin. Di êrîşê de 1 jê serbaz, 3 leşker mirin. Leşkerên di êrîşê de birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Leşker li nexweşxaneyê mirin. Piştî êrîşê helikopter ber bi herêma bûyerê de firiyan û leşkeran herêm dan ber topbaranê. Topbarana li herêmê didome.