Piştî 13 rojan şûnde Balkaş jî hat girtin 2017-06-27 18:48:51 AMED- Li Amedê ji 26 kesên ku di operasyonên li hemberî KCD, TJA, HDP, HDK û DBP'ê de hatibûn binçavkirin Devran Balkaş jî piştî 13 rojên binçavkirinê hat girtin. Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatibû destpêkirin de di 14'ê Hezîranê de di operasyonên hevwext de 26 endam û rêveberên TJA, KCD, HDP, DBP û HDK'ê hatibûn binçavkirin. Ji van kesan yek jê jî Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Devran Balkaş bû. Piştî 13 rojên binçavkirinê Balkaş jî hat girtin. 16 KES HATIBÛN BINÇAVKIRIN Di çarçoveya heman lêpirsînê de ji 26 kesan Abdurrahman Baran Dag, Sibel İldan, Mehmet Guzel, Zeynep Altinkaynak, Sara Aktaş, Selahattin Kaygusuz, Cengiz Sokmen, Hasan İnatçi, Salih Keleş, Paşa Şeker, Nalan Guzen, Ercan Arslan, Ayşe Gokkan, Gul Kızıltaş, Ayşe Yagci û Yuksel Baran hatibûn girtin.