Qeyûm: Peykerê Ehmedê Xanî bi şaşîtî hatiye rûxandin! 2017-06-27 22:11:25 AGIRÎ - Piştî bertekên raya giştî qeyûmê Şaredariya Bazîdê Ûlaş Akhan, parast ku di dema xebatan de bi şaşîtî peykerê ramanwerê kurd Ehmedê Xanî hatiye xerakirin. Qeyûm diyar kir ku ew ê di demeke kurt de peyker monteyî cihê wî bikin. Qeyûmê tayînî Şaredariya Bazîdê ya Agiriyê hat kirin peykerê ronakbirê kurd Ehmedê Xanî rûxandibû. Piştî raya giştî bi awayekî tund bertek nîşan da, qeyûm Ûlaş Akhan bi nivîskî daxuyanî da. Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya Şaredariya Bazîdê hat weşandin de, hat îdiakirin ku di 22'yê Hezîranê de dema li Kolana Agiriya Mezin xebatên rê, peyarê û refujan dihat kirin makîneyên karî bi şaşîtî zirar dane peykerê Ehmedê Xanî yê li nav refujê bûye û ji ber vê ekîpmanên şaredariyê peyker rakirine. Di daxiyaniyê de hat ragihandin ku sîparîşa heman peykerî hatiye dayîn û dê di demeke kurt de monteyî cihê berê bê kirin.