TIR ji Qeterê çi dikişînin Cerablusê? 2017-06-28 09:13:12 DÎLOK - TIR'ên ku ji Qeter û Siûdê tên û barê wan mohrkirî, di Deriye Sînor ê Karkamişê re derbasî Cerablusê dibin. Ajokarê TIR'ê Ali İnan, diyar kir ku barê çimento û hesin bi awayekî vekirî derbas dikin, lê barê din mohrkirî ne û ew nizanin barê çi ye. Înan, anî ziman ku ji sedî 90'ê barê TIR'ên wan mohrkirî ne û ji Siûdî Erebîstan û Qatarê tên. Piştî di 25'ê Tîrmeha 2016'an de TSK di bin navê Mertalên Firatê de derbasî Cerablusê bû û komên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) li Cerablusê bi cih bûn. Pişti TSK û OSO li Cerablusê vebûn TIR'ên mohrkirî bar ji Qatar û Siûdî Erebîstanê di Deriyê Sînor ê Karkamişa Dîlokê re derbasî Cerabluse dikin. TIR'ên barê wan hesin û çîmento servekirî derbas dibin. TIR'ên ku barê wan cuda be mohrkirî ye û nayê zanîn di barê TIR'an de çi heye. Ajokarê TIR'ê Ali Înan anî ziman ku ji bo mal derbasi Cerablusê dibin û dema derbasî Cerablusê dibin jî ji aliye muxalifan ve tên şelihandin. Înan, anî ziman ku dema pereyan nadin, bi êrîşên çekdarî re jî rû bi rû dimînin û ewlehiya wan tune ye. Înan, anî ziman ku dema derbasî milê Cerablûsê dibin û dema diçin pêdiviyên xwe distînin maşinên wan tev tên şelihandin û wiha got: "Hem mazota me hem jî hemû amûrên di TIR'ê de tên şelihandin. Ji Mêrsîn, Edene û Dîlokê malên transît bar dikin. Ez ji Çînê û welatên tin konteynirên tije mal bar dikim û tînim vir. Ez niha barê jeneratoran dikişînim. Ji bo bazirganiyê çi bar hebe em digirin û tên. Em vî malî bar dikin û dibin Cerablusê. Li wir didin bazirganan. Li herêma Cerablusê ewlehiya can û malên me tune ye. Yên heta Babê mal dibin hene. Dibejin mal dibin gundekî 10 kilometre dûrtir. Hin ajokar diyar dikin ewlehiya wan tune. Her roj bo buyereke cuda re rû bi rû dimînin. Hêzên muxalif li vir gumruk ava kirine. Bertîlê ji ajokaran distînin. Ji pereyan bigire her tiştê me dişelihînin. Li Tirkiyeyê cendirme û li Cerablûsê jî hêzên muxalif me dişelihînin." Înan, anî ziman ku li milê Cerablûsê di destê her kesî de keleş hene. Ji 10 salî heta 15 salî di destê zarokên wan de keleş hene. Riya me digirin. Ez bi beramberiya 625 dolarî bar dikişînim. 300 lîreyî li mazotê dçe. Pereyê kantarê û gumrikê didim, di bêrîka min de 50, 100, 150 lîre dimîne û wî jî li derveyî sînor ji min distinin. " MALÊN MOHRKIRÎ JI QATARÊ TÊ Înan, destnîşan kir ku barê çimento û hesin bi awayekî vekirî derbas dikin, lê barê din mohrkirî ne û ew nizanin ku barê wan çi ye. Înan, anî ziman ku ji sedî 90'ê barê TIR'ên wan mohrkirî ne û ji Siûdî Erebîstan û Qatarê tên. Înan, da zanîn ku TIR di deriyê Sînor ê Oncu Pinar a Kîlisê re jî derbasî Cerablusê dibin. Înan dest nîşan kir ku gumrika Deriyê Sînor ê Karkamişê 200 Dolar û Gumrika Deriye Sînor ê Kîlîsê jî 700 dolar ji wan distîne. Erdogan Alayumat / Haci Yusuf Topaloglu-dihaber