Polîsê Şahîn Oner kuşt 4 sal şûnde derkeve pêşberî dadger 2017-06-28 09:15:49 AMED - Polîsê ajokarê maşîna zirxî S.K. ku di 10'ê Sibata 2013'an de ciwanê 19 salî Şahîn Oner kuşt, piştî 4 salan şûnde hêj nû derdikeve pêşberî dadger. Di 10'ê Sibata 2013'an de li Taxa Şehîtlîk a Amedê, di çalakiya protestokirina radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, polîsan bi maşîneya zirxî li ciwanê bi navê Şahîn Oner dan û Oner qetil kirin. Piştî 4 salan hêj nû polîsê ajokarê maşîna zirxî S.K. derdikeve pêşberî dadger. Di nav salên borî de li gel belgeyên ku ji aliyê ajansa DÎHA ve hatibûn weşandin jî dozgerî kuştina Oner weke "qezaya trafîkê" binav kiribû û ji bo polîsan biparêze 2 caran ji Saziya Tip a Edlî daxwaza "rapora qisûrê" kiribû. ATK her du caran jî diyar kiribû ku "Ev bûyer ne qezaya trafîkê ye" û daxwaza dozgeriyê qebûl nekiribû. Li ser vê bersivê dozgerî piştî 2 salan serî li Qeymeqamtiya Yenîşehirê dabû û ji bo lêpirsînê destûr xwestibû. Der barê bûyerê de Serdozgeriya Komarê ya Amedê daxwaza "rapora pisporan" kiribû. Di rapora pisporan a di 25'ê Hezîrana 2015'an de, rapora ATK'ê li ber çav nehatibû girtin û kuştina Oner weke qezaya trafîkê hatibû binavkirin. Piştî salan, Qeymeqamtiya Yenîşehîrê bi biryara hejmar 20 a dîroka 17'ê Adarê 2016'an diyar kir ku polîsê ajokarê maşîneya zirxî Selahattîn Korkmaz li dijî hiqûqê tevgeriyaye û ji ber vê hincetê jî destûr da ku ji bo polîsê kujer lêpirsîn bê destpêkirin. Polîs S.K. ku bû sedema kuştina Şahîn Oner dê di 29'ê Hezîranê de li 7'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Amedê derkeve pêşberî dadger. Bersûcê kuştina Oner S.K., piştî 4 sal şunde derdikeve pêşberî dadger. Dozger der barê S.K., de bi sucdariya “Bi qezayî bûye sedema kuştinê " dê ji 2 salan heta 6 salan ceza dixwaze. Parêzerê malbata Oner û Endame komîsyona Hiqûqê yê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun, diyar kir ku S.K. divê polîs tenê bi sucdariya "Bi qezayî bûye sedema sûc" neyê cezakirin û divê bi sucdariya "Bi zanebûn bûye sedema kuştinê" bê darizandin û cezakirin. Zeydan, anî ziman ku Oner li cihê bûyerê birîndar bû û li bendê sekinin heta mir û pişt re birin nexweşxaneyê û ji ber vê yekê divê bi zanebûn bûne sedema kuştinê polîsên din jî bi heman sucdariyê bên darizandin û cezakirin.