Polîs lîste dan, qeymeqam avêt, walî jî kirasê 'huqûqê' lê kir 2017-06-28 09:16:29 AMED - Qeymeqam Tolga Togan ku wek "qeyûmê fiîlî" tayînî Şaredariya Rezanê bûye, ji bo tazmînatên kidem û îxbarî yên 38 karkerên ku ew ji kar derxistin ji Walîtiya Amedê "nêrîna huqûqî" xwest. Walîtiyê jî bersiva "derfetên ku tazmînatên kidemî û îxbarî bên dayîn tune ne" da. Qeymeqam Tolga Togan ku wek "qeyûmê fiîlî" tayînî Şaredariya Rezanê bûye, nivîsek ji fîrmaya taşeronî ya ku di bin banê şaredariyê de fealiyetên xwe bi rê ve dibe şand û bi îdiaya "têkiliya wan bi rêxistinê re heye" ji fîrmayê xwest ku peymana 38 karkeran bê fesixkirin. Li ser vê fîrma peymana karkeran fesix kir. Ji ber vê karker nikarin meşaê betaliyê jî bistînin. Li ser vê karkeran ji bo tazmînatên kidemî û îxbarî doz li fîrmaya taşeronî vekirin. ‘POLÎSAN LÎSTE DA KARKER JI KAR HATIN DERXISTIN' Piştî doz hatin vekirin Serokatiya Şaredariya Rezanê nivîsek ji Qeymeqamtiya Rezanê re şand û di warê huqûqî de jê nêrîna gelo ew tazmînatên kidemî û îxbarî bidin karkeran an na xwest. Bi îmzeya Alîgirê Waliyê Amedê û Serokê Desteya Koordînasyona Şopandina Veberhênanê (YÎKOB) Kurşat Guleryuz nivîseke bi mijara "Nêrîna Huqûqî"ji Şaredariya Rezanê re hat şandin. Di nivîsê de wiha hat gotin: "Dema dosye tê raçavkirin diyar dibe ku ji aliyê şaredariyê ve tu kirariyeke fesxê tune ye, ji ber ku peymana bi 38 karkeran re qediyaye nehatiye nûkirin. Ji ber vê yekê derfeta ku tazmînata kidemî û îxbarî ji bo 38 karkeran bê dayîn tune ye. Heke peymana bi karkeran li gor madeya 8'emîn a KHK'ya Jimare 677'an bê fesixkirin, bi şertê li gor madeya diyarkirî kirariya fesixkirinê dikare wek fesixkirineke mafdar bê diyarkirin û ji ber vê yekê derfeta ku tazmînata kidemî û îxbarî ji bo karkeran bê dayîn tune ye." Di dozên ku karkeran li dadgehên karî vekirin de, wek parêzî ev nivîs tê şandin. KHK'YA JIMARE 677 RAYEYÊ DIDE QEYÛMAN Bi KHK'a Jimare 677'an ku di 22'yê Mijdara 2016'an di Rojnameya Fermî hat weşandin de, ji bo fesixkirina yek alî raye dan qeyûman. Ji bo ku qeyûm vê rayeyê bi kar bîne pêdivî bi tu biryara darazê tune ye. Tenê Muduriyeta Giştî ya Polîsan der barê karkeran de bibêje têkiliya wan bi "rêxistina terorî" re heye bes e. Ji ber vê sererastkirinê bi deh hezaran karkerên li şaredariyan ji karê xwe dibin.