Jinên karker: Çi dibe bila bibe divê jin li ber xwe bidin 2017-06-28 09:18:09 AYDIN - Karkerên demsalî yên jin ku li nav zeviyan keda wan tê xwarin wiha gotin: "Xwediyên erdan her cure zilmê li me dikin, lê belê çi dibe bila bibe divê jin li ber xwe bidin. Bila li dijî feraseta mêrî bitêkoşin. Li vî welatê ku her roj jin lê tên kuştin divê em jî wisa bitêkoşin." Li Aydinê, jinên ku di bin germahiyeke zêde de li nav zeviyan dixebitin bi xetereya gelek nexweşînan re rû bi rû ne. Îran Aktaş (40) ku tevî 4 zarokên xwe ji Agiriyê hatiye navçeya Soke ya Aydinê û nexweşa astimê ye, li nav erdan dixebite. Aktaş, diyar kir ku ew tevî keça xwe ya 4 salî ya nexweşa down sendromûyê li nav erd dixebite û wiha got: "Hevjînê min li ser înşeatê dixebite. Ez jî ji mecbûrî li nav erdan dixebitim. Havînê em li Aydinê xoxan berhev dikin. Zivistanê jî em porteqalan berhev dikin. Heta mehek berê jî em bi heqdesteke kêm dixebitîn. Hîn nû yewmiyeya me bû 50 lîre. Sîgortaya me tune ye. Serê sibehê zû em dest bi xebatê dikin heta êvarê. Dema têm malê li zarokên xwe dinihêrim û xwarinê ji wan re çêdikim. Zaf diwestim. Dibistan û lêçûnên keça min a berasteng hene. Mecbûr im bixebitim." 'DIVÊ JIN LI HER QADÊ LI DIJÎ FERASETA MÊRÎ BITÊKOŞIN' Aktaş, dest nîşan kir ku jin li her qadê tên eciqandin û wiha axivî: "Pereyên ku em werdigirin têr nake. Em di biniya meaşê kêmtirîn de dixebitin. Dema em nexweş dikevin em nikarin bixebitin û pereyê me kêm tê dayîn. Bi zorê em debara xwe dikin. Çi dibe bila bibe divê jin li ber xwe bidin. Heke naxwazin di karekî wisa zehmet de bixebitin, heke naxwazin di dest patronên mêrî de bên eciqandin divê li dijî feraseta mêrî li ber xwe bidin. Li vî welatê ku her roj jin lê tên kuştin divê em jî wisa bitêkoşin." ‘XWEDIYÊN ERDAN HER CURE ZILMÊ DIKIN' Hatîce Înce (35) ku ji navçeya Hezro ya Amedê hatiye, ji 9 saliya xwe heta niha karkeriya demsaliyî dike. Înce, di salên 90'î de tevî malbata xwe ji mecbûrî koçî Aydinê kiriye. Înce got ku, berê jî ew li gelek bajaran xebitiye. Înce dest nîşan kir ku niha ew tevî 70 jinî li nav erd dixebite û wiha got: "Xwediyên erdan her cure zilmê li me dikin. Heqaretê li me dikin û her tim ji me re dibêjin 'bê qîma we ev e'. Em jî mecbûr in ku bixebitin. Hevjînê min karkerê înşeatê ye û em bi zorê debara xwe dikin. Heta êvarê nêrdewan li ser pişta me ye û em li ser daran fêkiyan berhev dikin. Em di nav toz û xubarê de li hemberî nexweşînan li ber xwe didin. Dema em dixebitin jî em hewl didin hemû zor û zehmetiyan bidin aliyekî û karê xwe bi kêfî û xweşiyê bikin. Dema em diwestin an jî di molayên nîvsaetiyî de em tevî jinan stranan dibêjin û govendê digerînin. An jê mirov nikare ji bin ewqas zehmetî û heqaretan rabe. Îro em mecbûr in bixebitin. Tim muameleya yên dera han bi me dikin. Lê li gel vê jî ji bo em muhtacî kesî nebin dixebitin."