Dayika Medenî Yildirim: Kujer diyar in, ceza tune 2017-06-28 09:18:44 AMED - Dayika Medenî Yildirim Fahriye Gunduz Yildirim, di 4'emîn salvegera mirina kurê xwe de bal kişand ser necezakirina kujeran û wiha got: "Yên ku gule bera Medenî dan diyar in, yên ferman dan jî diyar in. Lê ne sûcdar û ne jî ceza li holê heye." Di 28'ê Hezîrana 2013'an de di dema protestoya çêkirina qaleqol-qereqolan ên li gundê Hêzan ê Licêya Amedê de Medenî Yildirimê 19 salî bi guleya leşkeran mir. Di ser mirina Yildirim de 4 sal derbas bûn, lê belê hîn jî kiryar nehatine cezakirin. Fahriye Gunduz Yildirim, dayika Medenî Yildirim, dest nîşan kir ku heta ku kujer neyên cezakirin ew ê dev ji vê dozê bernedin. Dayik Yildirim, got ku di ser kuştina Yildirim re 4 sal derbas bûne, lê belê hîn jî êşa wan wek a roja berê ye. Yildirim, got ku hîn jî kujer li derve ne û ev rewşeke zaf zehmet e. Yildirim, diyar kir ku ji roja ku kurê wê hatiye kuştin heta niha ew bi tîşortê xwînî yê ji kurê wê maye rojên xwe derbas dike. Yildirim di 4'emîn salvegera mirina kurê xwe de axivî. Yildirim anî ziman ku ji ber qedexe û dorpêça li Licê ew nikare ji gund derkeve û ji ber vê em bi riya telefonê pê re axivîn. ‘KUJER DIYAR E, LÊ CEZA TUNE YE' Dayik Yildirim wiha axivî: "Yên Medenî kuşt diyar e û yê ferman da jî diyar e; lê li holê ne sûcdar û ne jî cezayek heye. Ma hûn dizanin ev rewş bi dayikekê çi qas zor tê? Ez her roj li dijî vê bêedaletiyê serî radikim. Êdî tenê ji bo Medenî Yildirim xemgîn nabim, her roj ewqas neheqî çê dibin ku mirov êdî nikare texmîn jî bike. Ji ber vê pêdiviya her kesî bi edaletê heye. Em di pêvajoyeke pir zehmet re derbas bûn; lê dîsa jî em li ser piya ne. Em li ber xwe didin. Em li pêyî mafê xwe ne. Tenê daxwaza me cezakirina kujeran e û bicihanîna edaletê ye." ‘ÎRO SALVEGERA MIRINA KURÊ MIN E, LÊ...' Yildirim, dest nîşan kir ku li Licêya ku kurê wê lê hat kuştin niha jî bi awayekî zêde binpêkirinên mafan çêdibin. Yildirim got ku ku niha Licê di bin dorpêçê de ye û jiyana rojane jî tê astengkirin. Yildirim wiha got: "Her roj mirov tên qetilkirin. Wesayîta zirxî li 5 kesan diqelibîne û dieciqîne. Çi dibêjin? 'Qeza'. Dê kî bi vê bawer bike. Em bawer nakin. Dê kujer bên cezakirin, na. Lê çi dibe bila bibe em ê dev ji kujeran bernedin. Sûr tê rûxandin ma ev edalet e? Ev hemû piştî ku Medenî hat qetilkirin çêbûn. Îro salvegera mirina kurê min e; lê me ewqas êş kişand ku carinan em êşa xwe jî ji bîr dikin." ‘HEKE KARIBIM EZ Ê JÎ TEVLÎ MEŞÊ BIBIM' Yildirim der barê "Meşa Edaletê" ya ji Enqereyê hat destpêkirin û ev 14 roj in didome de jî wiha got: "Em vê zaf biqîmet dibînin. Welatê bê edalet noqbûyî ye. Niha Tirkiye di vê rewşê de ye. Heke bikaribim dixwazim tevlî vê meşê bibim. Tenê ne ji bo Medenî, ji bo her kesî doza edaletê dikim. Hîn jî li vê erdnîgariyê edalet tune ye. Piştevaniya malbatên Geziyê ya ji bo meşê cihê kêfxweşiyê ye. Lê belê dema em bi hevdu re li ber xwe bidin em ê karibin edaletê bînin. Divê Meşa Edaletê ne ji bo kesekî ji bo her kesî be û divê em dengê xwe bilind bikin. Divê Meşa Edaletê ji bo Licê, ji bo Sûrê, ji bo Medenî, ji bo girtiyan be. Heke ev meş bigihîje mexseda xwe dê edalet ji bo Medenî jî bê."