Li Reqqayê bi wêneyan 'Cenga Mezin' 2017-06-28 09:19:25 REQQA- Li Reqqayê "Cenga Mezin" didome. Di roja 23'yemîn a operasyonê de "Cenga Mezin" ji objektîfa dihaber'ê bi wêneyan bi her awayî dixuyê. Li Reqqayê operasyona "Cenga Mezin" a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bênavber didome. Heta niha şervanan taxa El Meşleb, Sebehîye, Romanî, Sînaa, Battanî û Qadisîyeyê rizgar kirine û her wiha şervan darbeyên giran li çeteyên DAIŞ'ê dixin. Di roja 23'yemîn a operasyonê de "Cenga Mezin" ji objektîfa dihaber'ê bi wêneyan bi her awayî dixuyê. *Di 6'ê Hezîranê de daxuyaniyek hat dayîn û operasyon dest pê kir. Di serî de hêzên YPG/YPJ'ê bi giştî 17 hêzên leşkerî tevlî operasyonê bûn. Di daxuyaniyê de hemû fermandarên hêzên ku tevlî operasyonê bûn amade bûn. *Şervanên QSD'ê, pêşî ji eniya rojhilat ve kom bi kom ketin Taxa El Meşlebê û piştî pevçûnên dijwar ku bi rojan domandin de li bajêr taxa ewil hat rizgarkirin. *Paşê şervanan kom bi kom ketina xwe ya bajêr domandin û heta niha 6 tax ji çeteyan paqij kirine. *Ji fermandarên jin ên operasyonê Cihan Şêx Ehmed, Rojda Felat, Fidan Kobanê û Clara Rakka dem dem dihatin gel hev û rewşa heyî dinirxandin. *Di oeprasyonê de wesayîtên zirxî tên bikaranîn. Lê di nav wesayîtan de wesayîta bi navê "Kobanî" ku YPG ew çêkiriye balê dikişîne. *Kontrola bajêr gav bi gav dikeve destê QSD'ê û her wiha şervanên ku li avahiyên mezin koz vedane gav bi gav bajêr raçav dikin. *Şervanên YPJ'î ku li eniyên pêş ên şer cih digirin mohra xwe li vê operasyonê xistine. *Li kuçeyên Reqqayê yên hatine azadkirin li gel pevçûn û dengê çekan jiyana kolektîf derdikeve pêş. *Li cihên ku şervan lê bi cih bûne, girîngiya ji bo paqijiyê xwe dide der û her wiha nêzî 3 hezar şervanên ku li eniya rojava ne bi stîlan xwarinê çêdikin. *Ji bo pêşveçûyîna şervanan rawestîne DAIŞ hem li rojava û hem jî li rojhilatê bajêr pirên li ser qenalên avê rûxandine. *Ji bo rawestandina pêşveçûyîna şervanan DAIŞ serî li rê û rêbazên cuda dide. Rêbaza wê ya sereke jî tunelên ji taxekê heta taxeke din in. Her wiha hin tunel heta navenda bajêr diçin. *Di şer de şervanên QSD'ê herî zêde balê dikêşin ser rewşa sivîlan û bi korîdorên ku li eniyên rojhilat û rojavayê bajêr çêkirine sivîlan ji esareta DAIŞ'ê xelas dikin û wan dişînin qadên ewle. *Her ku diçe pevçûn ber bi navenda bajêr ve diçin. Her ku şervan cihekî azad dikin li wir govenda azadiyê digerînin. Şervan ji vê rewşê re dibêjin "Govenda Reqqayê". *Bi sedan şervanên tirkmen, ereb û kurd ên reqqayî di bin banê QSD'ê de hatine gel hev û ji bo rizgarkirina bajarên xwe dimeşin. Temenên wan di navbera 18-45 salan de ye. *Xebatkarên çapemeniyê yên YPG/YPJ gav bi gav operasyonê dişopînin û li gel Ronahî TV, ANHA û ANF'ê ji çapemeniya cîhanê jî saziyên çapemeniyê yên wek France 24, Le Monde, BBC, CNN, TF1, CNBC, AFP, Reuturs, Washington Post, Der Spigel operasyonê dişopînin. *Şervanên YPJ'ê bi jinên ku tên rizgarkirin bi taybetî eleqedar dibin. *Jineke ciwan a ku xwişka wê bûye hedefa guleyên çeteyên DAIŞ'ê dema li ser bedena xwişka xwe ya mirî lanetê li DAIŞ'ê dibarîne li objektîfan dialiqe. *Bavek du zarokên xwe yên di teqînekê de birîndar bûne xistiye ereboka destan û wan ber bi qada ewle ve dibe. *Li tax û kuçeyên hatine rizgarkirin ya ku li ber çavan dikeve ew e ku reqqayî kincên spî bi xwe re digerînin. Ji bo ku nebin hedefa guleyan vî tiştî dikin û her wiha di dema veguhastina sivîlan a ji bo herêmên ewle de ev tişt tê bikaranîn. *Ji bo rewşên muhtemel li eniyan 24 saetan ambulans tên sekinandin. *Hîn jî hin sembol û alayên aîdî DAIŞ'ê li hin deverên bajêr hene û her wiha piranî jê jî ji aliyê şervanan ve tên rakirin. *Li gel pevçûnên dijwar û êrîşên çeteyan jî hin reqqayî malên xwe naterikînin û bi rûkenî deriyê xwe ji şervanan re vedikin. Nazim Daştan-dihaber