Vê carê jî li Oremarê sanaryoya operasyona sexte 2017-06-28 09:21:09 COLEMÊRG -Derket holê ku operasyona li herêma Oremarê bi ser navê "Mehmetçîkê serwerê Oremarê dikeve şikefta terorîstan!" ji aliyê ajansan ve hat serwîskirin sexte ye. Gundiyan jî diyar kir ku şikefta ku li ser rê ye û ew nikarin heywanên xwe têxinê wek "şikefta PKK'ê" hatiye nîşandan. Gundiyan anî ziman ku eraziyê ku şikeft lê ye jî yê gundiya ye. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê lîstika duyemîn a "Diteqînim bikşiîne". Derket holê ku operasyona ku di 22'yê Hezîranê de bi ser navê "Mehmetçîkê ku serwerê Oremarê ye dikeve şikefta terorîstan!" ji aliyê ajansan ve hat serwîskirin sexte ye. Gundiyan der barê senaryoya ku ji aliyê leşkerên 6'emîn Fermandariya Tabûra Hudûd a Oremarê ve hat çêkirin de agahî dan. Gundiyan der barê şikefta ku 500 dûrî gund e û dîmenên operasyonê de axivîn. Gundiyan diyar kir ku şikefta ku li ser rê ye û ew nikarin heywanên xwe têxinê wek "şikefta PKK'ê" hatiye nîşandan. Gundiyan anî ziman ku eraziyê ku şikeft lê ye jî ê gundiya ye. Gundiyan ragihand ku ev operasyona sexte ji aliyê fermandarê tabûrê ve bi mebesta terfîbûnê hatiye çêkirin û piştî ku dîmen hatine weşandin fermandar terfiyî Meletiyê kirine. Ji dîmenên ku ji aliyê ajansan ve hatin weşandin jî derket holê ku operasyon sexte ye. Di dîmenan de dixuyê ku kamereyeke ku pêşiya leşkeran çûye şikeftê, leşkerên ku ber bi şikeftê ve tên dikişîne. Her wiha ji dîmenan dixuyê ku ka tabûr û rê çi qas nêzî şikeftê ne. Di van dîmenan de diyar dibe ku ka leşker çawa bi rihetî bi droneyê dilîzin. Her wiha di operasyonên ku li şikeftên li kêlekên rê tên lidarxistin de, dixuyê ku bi qantiran çek tên kişandin. Hurguliyeke din jî ew e ku kesê ku beriya dedektora lêgerîna bombeyan, dîmenê werdigire û diçe. PEVÇÛNA LI OREMARÊ JI 25'Ê ADARÊ VE DIDOME! Ji 25'ê Adarê ve ye ku li herêma Oremarê, herêma Çarçella ku li ser sînorê Herêma Kurdistana Federe ye, operasyona leşkerî didome. Operasyon ji 17'ê Gulanê ve bêtir ber bi gundên Mate, Talanê, Şawitê û Girê Gezrê ve çûye û her wiha gelê herêmê berê îdia kiribû ku di pevçûnan de gelek leşker mirine û bi helîkopteran cenazeyên wan hatine wergirtin.