Kurdê Elî Ezîz: PDK vegera êzîdiyan asteng dike 2017-06-28 12:52:27 ŞENGAL – Wekîla Hevseroka Meclîsa Giştî ya Şengalê Kurdê Elî Ezîz diyar kir ku bi avakirina meclîs û komîteyan Şengal gihîştiye hêza liberxwedanê û wiha got: "Êzidiyên ji ber zilma DAIŞ’ê koçber bûne dixwazin vegerin. Lê ji aliyê PDK’ê ve tên astengkirin. Komên DAIŞ’ê di 3’ê tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kirin. Ji zarokan bigire heta kal û pîran mirovên Şengalî qetil kirin. Civaka êzidî bi sedan sale bi polîtîkayên qirkirinê re her tim bi tenê hatiye hiştin. Êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê jî wek fermana 74’emîn tev li rûpelên dîrokê bû. Pêşmergeyên PDK’ê li hember êrîşên DAIŞ’ê li berxwe nedan û bi deh hezaran êzidî bi tenê berdan. Bi hezaran êzidî ji aliyê DAIŞ’ê ve dîl hatin girtin û li sûkên bajaran firotin. Piştî dagirkirina Şengalê bi hezaran êzidî li kampan li berxwe dan û xwe li ser piya girtin. Piştî hêzên HPG û YJA-Star bi hewara Şengalê ve çûn û YBŞ ava bû, di 13’ê mijdara 2015’an de Şengalê ji DAIŞ’ê paqij kirin. Piştî rizgarkirina Şengalê bi hezaran êzidî vegeriyan cih û warên xwe. Piştî demek kin êzidiyan di nav hev de sazî û hêza leşkerî avakirin û her wiha dest bi xebatên xwerêvebirinê kirin. Li Şengalê bi avakirina 101 meclîsê re Meclîsa Giştî ya Şengalê û civaka êzidî xwe bi xwe dest birêvebirinê kirin. Meclîsa Giştî ya Şengalê ji komîteyên wek Ol û Bawerî, Ciwan û Jin, Çand û Huner, Perwerdehî û Ziman û Aborî di nav de ji 12 komîteyan pêk tê. ‘ARMANCA BARZANÎ EZ Û EZ E’ Wekîla Hevseroka Meclîsa Giştî ya Şengalê Kurdê Elî Ezîz derbarê xebatên meclîsê û Şengalê de ji dîhaberê re nirxandinên girîng kir. Ezîz diyar kir ku bi avakirina meclîsan re xebatên girîng dane meşandin û wiha got: “Civaka êzidî heta 2003’an di bin rejîma baas de dima. Piştî 2003’an di bin rêveberiya Mesût Barzanî û PDK’ê de hatin birêvebirin. Piştî Şengal ji DAIŞ’ê hat paqijkirin şûn ve cara ewil êzidî xwe birêve dibin.” Ezîz hikmê PDK’ê ya derbarê Şengalê de jî wiha şîrove kir: “Rêveberiya Barzanî dixwest vîna hemû êzidiyan bişkênê û vê vînê hilde bin kontrola xwe. Di feraseta wan de hevgirtina Kurdistan û Êzîdxan tune bû. Dîsa di heman demê de di feraseta wan de hevgirtina Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava jî tune bû. Di armanca wan de tenê mirov bikevin bin saltanata wan û wisa birêve bibin. Êzidiyên nêzî tevgera azadiyê jî rê nedidan Barzanî. Çûyîna me ya başûr asteng dikirin û wesayîtên me dişewitandin. Hemû çalakî û meşên me qedexe dikirin û destûr nedidan.” PDK VEGERA ÊZÎDIYAN ASTENG DIKE Ezîz destnîşan kir ku gel bi kelecanek mezin destek dan avakirina meclîsan û wiha domand: “Heke ku PDK astengiya li pêşiya gelê êzidî dixwazin vegerin Şengalê rake, dê hemû gel bê beşdarî xwrêvebirinê bibe. Aliyek gelê me li ser daxwaza xwe tev li meclîsa bû, aliyek jî yên li kampa dimînin têlefonî me dikin û dixwaza xwe beşdariya meclîsan tînin ziman. Gelê me ji hemû kar û xebatê re amade ye lê mixabin PDK riya wan digire û hatina wan asteng dike. Heke ku hemû gelê me bigîhîje Şengalê dê xebatên hemû saziyên me bên runiştandin. Niha jî meclîsa me di asta herî bilind de xebatên girîng dide meşandin. Bi endam û komîteyên xwe re em xwe birêve dibin. Em ji vê jî serbilind in.” RAMANÊN OCALAN Ezîz aşkere kir ku ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo wan bûye vîneke mezin û pê de çû: "Beriya fikir û ramanê Ocalan li Şengalê jin pir qirtî bûn. Qîzên xwe yên biçûk encex heya reva 6'an dişandin dibistanê. Malbatan nedihêlan û jin di plana dawî de digirtin. Piştî fermanê em gihan ramanên Rêber Apo û di civaka me de guhertinek mezin çêbû. Êdî malbat ji qîzên xwe re dibêjin 'Herîn çekan rabikin û biçin dibistanê.' Dayikên me yên 50 salî dixwazin ji zarokên xwe yên xwendekar nivîsandinê fêr bibin. Dayikên me dixwazin em perwerdeya çekan bidin wan û dibistanan ji wan re vekin. Dayik alîkariyeke mezin didin me. Ji bo xebatên Meclisa Gel, dema em diçin nava gel, bi kelecanek mezin me pêşwazî dikin. Çi dema ku ramanên Rêbertiyê ket Şengalê, civaka me pir zû pêş ket." 'DÊ ŞENGALÊ DI STATUYEKE TEYAB DE BIRIN' Ezîz der birî ku ya herî girîng ji bo gelê Êzidî yekitiye û wiha nirxand: "Roj bi roj gel vê yekê bi ser dixwe. Îro PDK û Haşdî Şabî jî li vir hene, lê hêzên ku ji zarokên Şengalê pêk tên ji van, du qat zêdetirin. Piştî ramanên Rêbertiyê gelê me guh nade tu keseke din. 10 qatî van hêzan jî were em ê bi hêza xwe ya çeweherî parastina xwe bikin. Bi vê ramanê em ê li ser lingan bimîn in û Şengalê di statuyeke taybet de bigrin. Raste dibe ku kêmasiyên me hebin, lê em hemû gelê xwe komdikin. Gelê em êdî vîna xwe bi dest xistiye û di rêya yekitiyê de bi pêş dikeve. 'ŞENGAL HÊZA XWE YA BERXWEDANÊ HEYE" Ezîz da zanîn ku rewşa niha ya Şengalê, ji ya berî fermana 74'an pir baştire û bang li hemû gelê Şengalê kir ku vegirin ser axa xwe. Ezîz daxuya kirin ku bila êdî gel netirse û wiha berdewam kir: "Bila gelê me ji leşker û zilma kesekedin netirsin. Kes nikare xerabiyê li civakekê ku li ser lingê xwe mayî bike. Deriyê me ji gelê me re vekiriye. Bi rêya telefonê, an jî rêhevalên me dikarin dikarin werein. Cihê wan li Şengala azade. BANG LI JINÊN ÊZIDÎ KIRIN Ezîz bang li jinan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jin êdî dê ji necarî neçin ciheke din. Bila vegerin ser axa xwe û parastina axa xwe bikin. Em ê dayik û xwişkên xwe yên di destên DAÎŞ'ê de xelas bikin. Di hemleya Reqqayê de gelek jinên Êzidî hatin azad kirin. Em spasiya xwe ji wan re pêşkêş dikin. Bila êdî jinên Êzidî jî, ji bo piştgiryê tevli hêzên Şengal û Reqqayê bibin." Selamî Aslan - dihaber