KCD'ê Şêx Seîd û Orhan Dogan bibîr anî 2017-06-28 13:25:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi minasebeta salvegera darvekirina Şêx Seîd û mirina Orhan Dogan daxuyanî da û tekoşîna wan bibîr anî. Kogreya Civaka Demokratîk (KCD) bi minasebeta salvegera darvekirina pêşengê kurd Şêx Seîd û Orhan Dogan daxuyaniya nivîski da. KCD'ê di daxuyaniyê de wiha got: "Dewleta tirk ev sedsal e ji bo gelê kurd, gelên Kuridstan û Tirkiyeyê di qirkirinê de derbas bike pêkanînên dermirovahî li ser wan dimeşîne. Em Şêx Seîd û hevrêyên wî yê di 29’ê Hezîrana 1925’an de ji hêla Dadgeha Îstîkalê ya Şarkê ve ve hatin şehîdkirin û siyasetmedarê kurd Orhan Dogan heta dawiya emrê xwe ji bo azadiya gelê kurdtêkoşiya û di 29’ê Hezîrana 2007’an de jiyana xwe ji dest da bi rêzdarî bi bîr tînin." 'HIŞMENDIYA ŞÊX SEÎD ŞEHÎT KIR ÎRO ERDOAN DIDOMÎNE' KCD'ê di berdewamiya daxuyaniyê de anî ziman ku dewletê di 15’ê Sibata 1925’an de li hemberî pêşengê gelê Kurd Şêx Seîd Efendî dest bi komployê kir û bi vê komployê re li hemberî gelê kurd dest qirkirina herî hovane kir. KCD'ê wiha got: "Ev qirkirina bi Şêx Seîd re dest pê kir, li Agirî, Dêrsim, Zîlan, Koçgirî, Çorum, Mereş, Gazî, Roboskê û hwd. heta roja me berdewam kir. Ew hişmendiya faşîzan a ku Şêx Seîd û rêhevalên wî şehîd kirin, îro ji hêla dîktatorên faşîst Erdogan-Bahçelî ve tê domandin." 'DÎKTOTARIYA FAŞÎST KURDAN DI QIRKIRINÊ RE DERBAS DIKE' KCD'ê bal kişand ser hişyendiya Erdogan-Bahçelî û wiha lê zêde kir: "Dîktatoriya faşîst a Erdogan û Bahçeli, bi çeteyên li hemberî Şoreşa Rojava derxistin holê re dev ji komkujiyan bernedan. Di van 2 salên dawî de li bajarên wekî Sûr, Nisêbîn, Farqîn, Şirnex, Silopî, Cizîr û gelek bajarên bakurê Kurdistanê komkujî pêkanîn û hilweşandin. Niha jî di bin navê “Veguherandina bajar” de bajarên me bêmirov dihêlin û xeradikin. Bi tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê 85 şaredarî hatin dagirkirin û xespkirin, bi, dehezaran siyasetmedarên kurd, rojnameger, akademisyen û hwd. hatin binçavkirin û li girtîgehan wekî rehîn tên girtin. Peykerên nirxên gelê kurd ên wekî Ehmedê Xanî, Roboskê, Ugur Kaymaz, Tahir Elçî xerakirin. Hê jî gorên Şêx Seîd, Syîd Riza û gelek pêşengên kurdan nadin malbatên wan. Her roj êrîşî nirxên gelê kurd dikin û kurdan di qirkirinê de derbas dikin. KCD'Ê BANG KIR KCD'ê herî dawî bang kir û got: "Gelê kurd li hemberî dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî li her çar parçeyên Kurdistanê û li cihê lê dijîn li ber xwe didin û hesap ji van dîktatoran dipirsin. Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk diyar dikin ku li hemberî ev qirkirina bi şehîdkirina Şêx Seîd hatiye destpêkirin, bangli hemû partî, sazî û dezgehên Kurdistanî dikin ku yekîtiya xwe ava bikin. Di serî de gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza û hemû kesan demildest radestî malbatên wan bikin. Em careke din ev qirkirina ku di şexsê Şêx Seîd de li ser gelê kurd tê ferzkirin lanet dikin û di salvegera wefata siyasetmedarê kurd Orhan Dogan em wî û hemû têkoşerên azadiyê bi bîr tînin. Em ê têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdar bikin û vê yekê diyarî hemû gelên hezaran salan e li benda azadiyê ne bikin. Em di wê baweriyê dene ku gelê kurd bi avakirina Kongreya Neteweyî wê xwedî li doz û mîrasa Şêx Seîd derkevin. Bi vê baweriyê em bangewaziya têkoşîna hevpar li her kesî dikin."