Girtiyên sirgûnê kirin 10 rojan di hucreyê de ne 2017-06-28 13:44:51 MÊRSÎN - 14 gritiyên Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê ku sirgûnê Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê hatin kirin, 10 rojin di odeyên yek kesî de tên girtin. 14 girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê ku sirgunê Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê hatin kirin 10 rojin di odeyên yek kesî tên girtin. Hikumxar Sezer Ozkan ku roja duşemê hat sirgûn kirin di telefona ku bi malbatê re hevdîtin kir de ragihand ku rewşa wan pir xerabe. Sezer Ozkan ê bi rêya telefonê bi bavê xwe Liyadîn Ozkan re hevdîtin kir, daxuyand ku li girtîgehê ji aliyê gardiyanan ve hatine derp kirin û di hucreya yek kesî de tên ragirtin. Bavê Ozkan bi bîr xist ku lawê wî ji ber bertek nîşanî jimartina li ser lingan, ferzkirina lêgerîna bi tazî û tengkirina qada civakî daye, ji Girtîgeha Antalya hatiye sîrgûn kirin. Bav Ozkan diyar kir ku ew der barê rewşa lawê xwe de bi fikarin û wiha got: "Hevdîtina min a bi lawê min re ya li ser telefonê hat asteng kirin. Ez bang li raya giştî û Şaxê Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) Mêrsînê dikim ku di dijî binpêkirinên mafan yên li girtîgehê tên jiyîn bêdeng nemînin û bi hestiyar tevbigerin." Der barê mijarê de em li rayedarên Girtîgehê geriyan, lê ji me re gotin ew nikarin der berê mijarê de agahî bidin û telefon girtin.