Polîsan daxwaza serlêdana jina parastin xwest red kir 2017-06-28 14:03:06 WAN - Polîsan daxwaza jina ku rastî tundiya hevserê xwe hat û ji qereqolê parastin xwest red kir. Polîsan serlêdana jina Îranî D.M. bi hinceta "raporên te kêm in" red kir. M.D., hefteyek e rastî tundî û gefên hevserê xwe tê û jiyana wê di talûkeyê de ye. Li Wanê jina Îranî D.M. ji ber rastî tundiya hevserê xwe tê çû qereqolê û alîkariya stargeh û parastinê ji polîsan xwest. Polîsan, piştî serlêdana D.M. got "raporên te kêm in" û serlêdan red kir. Jina ciwan ku daxwaza wê ya alîkariyê hat redkirin vegeriya malê. D.K. piştî çû malê dîsa rastî tundiya hevjînê xwe hat. D.M. a 3 sal berê ji Îranê hat Wanê, li Wane rastî tundiya fîzîkî u derûnî ya hevserê xwe hat. D.M. ji bo hevsere xwe A.M. berde di 24'ê Hezîranê de çû Baroya Wanê û alîkariya hiqûqî xwest. Baroyê daxwaza D.M., qebûl kir û parêzerek tayîn kir. D.M. di heman rojêde ji bo dîsa rastî tundiya hevserê xwe neyê çû Qereqola Polîsan a 2 Nisanê. D.M. ji polîsan mafê parastinê xwest û xwest li Stargehê bi cih bibe. Pişti polîsan bi hinceta "Rapor kêm e" daxwaza D.M., red kir, D.M. wê şevê çû malek nasa xwe. Pişti ku hevserê D.M., A.M., fêr bû, çû mala ku D.M. lê bûye mêvan û êrişî hevsera xwe kir. HÊJ DI BIN GEFAN DE DIJÎ D.M., piştî serlêdana wê hat redkirin û hevserê wê ew bi zorê bir malê, dîsa rastî tundiya hevserê xew at. D.M. ku nêzî hefteyekê ye rastî tundiya hevserê xwe tê anî ziman ku herî dawî şevê din dîsa rastî A.M tê. D.M., li hevalek xwe geriya û serpehatiyên xwe parve kir. D.M. li 155’ê jî geriya û alîkari xwest. Dema D.M. bi telefonê li polîsan geriya, polisan got "Zimanê tu pê di axive nayê fam kirin û telelon li ruye D.M. girt. M.D., anî ziman ku hêj di bin gefat û tundiya hevserê xwe de dijî û alîkarî xwest. Li gorî zagonê divê polîs daxwazê D.M. radestî ŞONÎM'e bikin û ŞONİM jî jinên rastî tundiyê tên û serî li wan dide wan biparêze. Her çend Wezareta Polîtikayên Civakî û Malbatî ji bo ŞONÎM'ê diyar bike ku hemû jinên rastî tundiyê tên diparêze û wan dixe bin parastinê jî polîsan daxwaza D.M. li ber çavan negirt û teslîmî ŞOMÎN'ê nekir.