Polîsek di şerê Colemêrgê de mir 2017-06-28 15:24:44 COLEMÊRG – Li gundê Talê yê Colemêrgê di navbera tîmên taybet û HPG’iyan de pevçûn pêk hat. Di şer de polîsek hat kuştin. Li çoltera gundê Talê ya girêdayî navenda Colemêrgê di navbera polîsên tîmên taybet-leşker û endamên HPG’ê de pevçûn rû da. Di pevçûnê de polîsê tîmê taybet bi giranî birîndar bû û piştî polîs rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku li heremê operasyonê didome û dem bi dem pevçûn jî diqewim in.