'Dixwazin Sûrê bikin bajarê qereqolan' 2017-06-28 15:35:13 STENBOL - Hevserokê Gişti yê SYKP'ê Ahmet Kaya, diyar kir ku dewlet bi hesta tolhildanê nêzî Sûrê dibe û wiha got: "Dixwazin vîna gelê kurd bişkînin. Dixwazin demografiya Sûrê xera bikin. Diwazin diroka 7 hezar salan xera bikin Dixwazin Sûra dîrokî bikin bajarê qereqolan." Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, têkildarî xerakirina Sûre li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de pankarta “Ji komkujiya nijadî û çandî re na" vekirin. Di civînê de Cîgira Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestên (ESP) û Berdevka Meclisa Jinê ya ESP'ê Fadime Çelebi, Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Ufuk Gollu, Hevseroka Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Stenbolê, Hulya Aydogdu, Hevsrokê Giştî yê Partiya Rizgariya Ji Nûve Sosyalist (SYKP) Ahmet Kaya amade bûn. Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Ahmet Kaya, di civînê de axivî û wiha got: “Tişta ku li Sûrê û bajarên din ên Kurdistanê tê kirin, daxwaza şikandina vîna tevgera azadiya kurd e. Dewlet bi plana şikandina vina kurdan tev digere. Dewlete di 2014’an de bi Plana Hilweşandinê dest pê kir. Ez 15 roj berê çûm Sûrê. Sûr dîroka 7 hezar salan e. Pira çand û zimanên jiyana civaka 7 hezar salan e. Sûr di sala 2015'an de ji aliyê UNESCO ve di listeya mîrateyên cîhanê de cih girt. Di salên 2015-2016'an de li dijî sûrê êrîşên pir dijwar pêk hatin. Jir van êrîşan û polîtîkayên dewletê 45 hezar mirov ji Sûrê koç kirin. 18 tax li Sûrê hene. 16 tax li nava Sûrê ne. 6 tax tevahî hatine rûxandin û mirov nikare lê bijî. Dixwazin vîna gelê kurd bişkînin. Dixwazin demografiya Sûrê xera bikin. Diwazin diroka 7 hezar salan xera bikin Dixwazin Sûra dîrokî bikin bajarê qereqolan. Taxên din ên li Sûrê jî tên xerakirin û dixwazin li şûna wan TOKî ava bikin. Piraniya Alipaşa hatiye rûxandin. Niha taxa Lalabey xera dikin. Kaya, anî ziman ku dixwazin şênişên Sûrê ji wir derxin û li şûna wan mirovên din bi cih bikin û bi tevahî rengê wê û jiyana wê biguherînin. Kaya, bibirxist ku ji bo rantê xera dikin û wiha berdewam kir. "Hem dixwazin rantê li wir pêş bixin û hem jî dixwazin demografiya wir û nexyeşa çandî û civakî xera bikin." RÊXISTINÊN DEMKORATÎK BÊDENG IN Kaya, hewldana saziyên demokratîk jî rexne kir û anî ziman ku rêxistinên demokratîk li hemberî xerakirina Sûrê bêdeng in. Kaya, da zanîn ku dewlet di xerakirinê de bi israr e, lê bertek kêm in û wiha got: "Dewlet bi hesta tolê nêzîk dibe. Dixwazin vîna kurdan li wir bişkîne. Dixwazin dîroka 7 hezar salan winda bikin û Sûrê bikin bajarê Qereqolan." Berdevka Meclîsa Jinan a ESP'ê Fadime Çelebî jî anî ziman ku ew sala par çûbûn Sûrê û rastî hovîtiyê hatibûn. Çelebi, anî ziman ku dewlet dixwaze nirxên çandî, dîrokî û civakî tune bikin û wiha got: "AKP’ê li dijî gelê kurd kompseta tevahî daye destpêkirin. Dixwazin berxwedan Sûrê ji hafizayan winda bikin. Sûr wekî warê berxwedana qadê Rêveberiya Cewherî tê zanîn. Ji ber vê yekê dixwazin tola xwe hilînin." PLANA ISLAHATA ŞARQÊ DI MERIYETÊ DE YE Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Ufuk Gollu jî anî ziman ku bi xerakirina Surê dixwazin deriyê Rantê li Sermayedaran vekin. Gollu, anî ziman ku li dijî xerakirinê berxwedanek dîrokî hat nîşandan û wiha got: "Sûr cihê herî girîng yê rêveberiyên xweser in. Naxwazin vir wekî qada berxwedanê bê nasîn. Dixwazin mirovan bi vî rengî ceza bikin. Hevseroka DBP'ê ya Stenbolê Hulya Aydogdu jî anî ziman ku polîtika û plana Islahata Şerxê berdewam dike û wiha got: "Li Sûrê jiyanek hevpar hebû. Dixwazin wê jiyanê xera bikin.