Deriyê kampusa Girtîgeha Tarsusê bi îşkenceyê ve bû 2017-06-28 17:14:12 MÊRSÎN - Xizmên girtiyan ên li Kampusa Girtîgeha Tarsûsê ya nû hat vekirin, di ziyareta Cejna Remezanê ya xizmên xwe de rastî lêdanê hatin. Malbatên li pêş girtîgehê daxuyanîdan bang li hestiyariyê kirin. Malbatên li Kamsupa Girtîgeha Tarsûsê xwestin bi minasebeta Cejna Remezanê xizmên xwe ziyaret bikin rastî lêdan û îşkenceyê hatin. Malbatên rastî lêdanê hatin li ber avahiya Kamsupê daxuyanî dan çapemeniyê. Malbatan, anîn ziman ku ew û zarokên xwe rastî lêdanê hatin. Malbatên xwestin daxuyaniyê bidin rastî astengiya leşkeran hatin. Rêveberên ÎHD û HDP'ê jî tev li daxuyaniyê bûn. Xizmê girtiyan Mehmet Ali Eryigit, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê ferman dide û girtî rastî îşkenceya sîstematîk tên. Eryigît, anî ziman ku rayedaran girtî li erdê dirêj kirin û bi postalên xwe pê li serê wan kirin û wiha got: "Midûrê girtîgehê, gardiyan û leşkeran bi hevre îşkence kirin. Leşkeran gefa "Teslim bibin" li girtiyan xwar û çek li wan kişand. Girtî bê pêlav sewq kirin û bi erdê re kaş kirin. Girtiyên rastî îşkenceyê hatin xwestin bi riya xizm û wekilên xwe daxuyaniyê bidin û behsa zextên li ser girtiyan bînin ziman. Leşkeran gefa "Ev hêş ne tiştek e. em dê tiştên salên 90’an binin serê we. Xizma girtiyan Maşallah Ozbek jî anî ziman ku girtî bi destkelepçekirî bi erdê re hatin kişandin û wiha got: "Keça min bê sebeb rastî ceza hatiye. Ev çawa hovîtîye ev çawa edalet e. Avê nadin girtiyan. Îlacê dixin nava xwarina wan. Keça min hêj 35 salî ye, lê bi nexweşiya tansiyonê ketiye. Xizmê girtiyan Mehmet Şirin Samer jî bang li cemawriyê û rêxistinen demokratîk kir û xwest li dijî vê hovitiya li girtîgehan pêk tê bêdeng nemînin. Samer, ani ziman ku rayedarên girtîgehê teslîmyetê ji girtiyan dixwazin û ev îşkenceya heri mezin û neheqiya herî mezin e. 100 LEŞKER Û GARDIYAN HATIN SALONA ZIYARET^ Xizmê girtiyan Recep Somer jî anî ziman ku di hevdîtinê de nêzî 100 leşker û gardiyan hatine salona hevdîtinê û şerê taybet li ser wan meşandiye. Hevserokê HDP'a Mêrsînê Mirze Mehmet Soylemez jî anî ziman ku girtîgeha Li Tarsûsê bi îşkence û binpêkirina mafan tê zanîn û wiha got: "Li vê girtîgehê îşkence heye. Girtî rastî lêdanê tên. Em ji bo mafên girtiyan û daxwaza wan azadiyê li vir in. Lê îşkence dê nikare çongê bi wan bide tewandin û ew dê têbikoşin." Ciwanên ku çûn ziyareta girtiyan Mehmet Azat Samer û Cengiz Samer rastî lêdanin û bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan