Perava Tuzlayê tê jibîrkirin 2017-06-29 09:07:58 EDENE - Şêniyên Bajaroka Tuzla ya Edeneyê li dijî xwedîdernektina perava xwe nerazîbûn nîşan dan û gotin ku pêwîste rayedar demildest ji bo peravê gav biavêjin. Bajaroka Tuzla ya navçeya Karataş a Edeneyê, xwedî hewayeke paqij e û bi qasî 20 kîlometreyan dirêj peraveke wê heye. Şêniyên bajarokê ji ber xizmet li bajarokê wan û perava wan nayê kirin bi bertek in. Şêniyan dest nîşan kir ku berî qanûna bajarê mezin jî û niha jî xizmet ji bo bajarokê wan nayê kirin. Şêniyan da zanîn ku Şaredariya MHP'î ya Bajarê Mezin xizmetê ji wan re nake. Welatiyê bi navm Mehmet Akdogan wiha got: "Li gel ku perava me gelek xweş e jî lê xizmet nayê kirin. Razemenî ji bo perava me nayê kirin. Ji ber ku xizmet nayê kirin haya kesî ji perava me nîne." ‘PERAVA ME BERÊ PIR ZINDÎ BÛ' Akdan da zanîn ku ji ber razemenî li Tuzlayê nayê kirin bajarok li pêş neketiye û wiha axivî: "Me gelek caran ji bo xizmetê serî li şaredariya MHP'î da jî lê bersiv nehat dayîn. Xwedî li vê perava xweş nayê derketin. Perava bajaroka me tê jibîrkirin. 15 sal berî niha li peravê pansiyon û kafe hebû. Perav hinek bêtir zindî bû. Piştî qanûna bajarê mezin jî tu razemenî nehat kirin û kafe û pansiyona hebû jî hatin girtin. Li cihê van mekanan tu razemenî nehat kirin." ‘PERAV BÛYE CIHÊ TIRYAKÊŞAN' Akdag anî ziman ku avahiyên pansiyon û kafeyê ku hatin girtin bûye cihê tiryakêşan û niha ji ber tirsê kes nayê peravê. Akdag diyar kir ku ji ber bêxwedîbûnê perav vala dimîne. 'PERAV BÛYE WEK GORISTANA BÊKESAN' Yek ji şêniyên din ê Tuzlayê Yusuf Çetîn jî dest nîşan kir ku li gel perav cihekî pir xweş e jî rayedar xwedî lê dernakevin û ji ber vê yekê jî kes nayê peravê bi kar nayîne. Çetîn da zanîn ku perava wan veguheriye wek goristana bêkesan. Çetîn banga xwedî derketina peravê li rayedaran kir û got ku heke razemenî ji bo peravê bê kirin dê feydeyek baş li wan û rayedaran bike.