Bi keda destan debara xwe dikin 2017-06-29 09:08:38 MÊRSÎN - Li Mêrsînê gelek jin bi xişr, toqe û stûmalên ku bi destan çêdikin û disêwirînin debara xwe dikin. Hayriye Keser wiha got: "Bi saya vî karî hîn bûm ku divê meriv li ber kesî serê xwe netewîne û dest veneke." Jinên ku li Parka Ataturkê ya Mêrsînê stand vekirine bi firotina xişr, toqe, guhar, stûmal û hwd. debara xwe dikin. Jinan diyar kir ku divê jin hilberînin û li ser piyê xwe bisekinin. Leyla Mûştû ku nêzî 15 sal in li peravê dezgeha xwe vedike, anî ziman ku çend sal berê dema hevjînê wê nerihet bû ew mecbûr maye ku bixebite. Mûştû, got ku li ser vê wê perav keşif kiriye û li peravê dest bi firotina berzendk, qolye û hwd. kiriye. Mûştû, diyar kir ku di destpêkê de dezgeha wê zaf biçûçik bûye, lê dîsa jî ew xebitiye û pere qezenc kiriye û li zarokên xwe nihêriye. Mûştû, anî ziman ku berên wê berên sêwirîne ne û wiha got: "Bi salane min gelek ber sêwirandin, ji ber vê gelek jê nayên bîra min. Dema modelek bê bîra min teqez ez rûdinêm û çêdikim. Heta ku neqedînim ez ranabim. Bi kêfxweşî karê xwe dikim. Carinan difikirim ku xwezî ji zûvde min dest bi xebatê bikirana." DIVÊ JIN BIXEBITIN' Mûştû, diyar kir ku dibe ku jin bi her cure zehmetiyê re rû bi rû bimînin û ji ber vê divê bixebitin û wiha got: "Divê jin li ser piyê xwe bisekinin. Divê jin bala xwe bide karê xwe. Dibe ku jin zehmetê bikêşin, lê ew ê bi vî awayî rihetir bijîn. Jin hilberîner e, jêhatî ye. Divê jin bixebitin." 'EM NE MUHTACÊ TU KESÎ NE JÎ' Hayriye Keser (42) jî, anî ziman ku wê ewil karê sêwirandinê zaf meraq kiriye, lê paşê ji ber mecbûriyeta xebatê wê dest bi vî karî kiriye. Keser, da zanîn ku piştî ku wê û hevjînê xwe dev ji hevdu berdaye ji bo ew hînî karê sêwirandinê bibe çûye Navenda Perwerdehiya Gel û li wir hînî sêwirandinê bûye. Keser, got ku piştî ew hîn bûye wê li peravê dezgeh vekiriye û ew li ser dezgeh kumik, şewqe, lepik, xişr, toqe hwd. difiroşe. Keser, diyar kir ku piştî wê û hevjînê xwe dev ji hevdu berdaye mecbûr maye ku li zarokên xwe binere û wiha got: "Ez zarokên xwe xwedî dikim. Karê sêwirandinê tenê me muhtacî tu kesî nake. Ji bo ji bilî Xwedê muhtacî tu kesî nebim vî karî dikim." Keser, wiha domand: "Di her sêwirînê de tiştekî cuda derdikeve holê. Di dema sêwirînê de wê kêliyê tu li ser çi bifikirî tu wê çêdikî û tiştên cuda derdikevin holê. Dema hûn hezkirina xwe jî tevlî nav kar bikin tiştên xweş derdikevin holê. Bi saya vî karî hîn bûm ku divê meriv li ber kesî serê xwe netewîne û dest veneke." Keser, dest nîşan kir ku divê jin bi xwe bawer bin û li ser piyên xwe bisekinin û wiha got: "Em jin tu tiştî nekin jî, em dikarin li malê rûnên û bi çêkirina şarekê debara xwe bikin. Em ne muhtacî tu kesî ne." Ergin Çaglar - dihaber