Helîkopter gundên Lîcê gulebaran dike 2017-06-29 11:57:58 AMED – Li gundikê Reşan ê gundê Bamitnê yê Lîcê şer dijwar dibe. Helîkopter guleyan li ser gundan direşîne. Welatiyan anîn ziman ku helikopter li ser wan guleyan dibarîne. Li mezraya Reşan a gundê Bamitnê yê Lîcê şer dijwar dibe. Welatiyên gund diyar kirin ku helîkopter ketober li ser wan guleyan direşîne. Li gundên ku di navbera Lice û Hazro de dimîn û heta niha gelek caran derketina derve li wan hatiye qedexekirin, di bin êrîşa leşkeran dene. Welatiyên gundik û gundan diyar kirin ku gundên wan di bin êrîşên helîkopteran de ye. Welatiyan anîn ziman ku şevê din şer dest pê kir û helîkopteran di saetên şeve de çoltar da ber guleyan. Welatiyan anîn ziman ku di sateên serê sibê de jî helikopterleran berê xwe dan gund û li ser gundê wan gule reşandin. Welatiyan anîn ziman ku ewlehiya wan tune ye. Li gundên ku şer didome welatî nikarin bi terve re têkiliyê dînin û pirsgirêka ragihandinê dijîn.