Di dema hevdîtinê de dayik û zarokên wê îşkence kirin 2017-06-29 12:20:55 MÊRSÎN - Di dema hevdîtina cejnê de Raziye Soner bi 3 zarokên xwe re bi dijwarî hatin derbkirin. Soner ên ku bi gotina "Hûnê hêza tirkan bibînin" hatin derbkirin, aşkera kirin ku heta dayika wan li ser hişê xwe çûye, li wê dane û di çi rewşê de ye ew nizanin. Malbata ku rapora derbkirinê wergirtin, dê serlêdan sûc bikin. Di rojên borî de jî hatibû aşkerakirin ku jinên li Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê sewqî Girtîgeha Kampusa Tarsusê hatibûn kirin, hatibûn derbkirin. Herî dawî malbatên girtiyan ên ku çûn hevdîtina cejnê jî hatin derbkirin. Hefteyek berê Raziye Soner a 57 salî sewqî Girtîgeha Kampusa Tarsusê hatibû kirin, zarokên wê çûn serdanê û derbkirina dayika xwe vegotin. DAYIK Û ZAROK HATIN DERBKIRIN Leyla Soner ji bo hevdîtina bi dayika xwe re çû girtîgehê, diyar kir ku dayika wê xwestiye xêrhatina malbatên girtiyên din bike, lê gardiyanan astengî derxistiye. Piştî dayika wê bertek dide nîşan, gardiyan heqaretê li dayika wê dikin. Soner di vê der barê de ev tişt got: "Me bi malbatî bertek nîşanî heqaretên gardiyanan da. Li ser vê gardiyanan destpêkê birayê min derb kirin. 2 ferdên malbata me ji cihê hevdîtinê wergirtin û birin cihekî din, heta laşê wan reş bû li wan xistin. Ji ber derbkirina xwişk û birayên min, dayika min bertek da nîşan û vê carê jî li dayika me xistin û heta ew li ser hişê xwe çû." 'DI ÇI REWŞÊ DE NE EM NIZANIN' Soner aşkera kir ku piştî dayika wan li ser hişê xwe çûye, wan xwestiye alîkariyê bidinê, lê gardiyana dîsa astengî derxistiye û wiha axivî: "Gardiyanan got 'Tu nikarî dest bidê' û em rawestandin. Pişt re em derb kirin û em ji girtîgehê avêtin derve. Dema ez derketim derve, qasî 100 polîs, leşker û gardiyanan, li xweşk û birayên min xistibûn. Her derê wan di nav birînan de bû û cilên wan tev hatibû çêrandin. Rewşa dayika me çi ye em nizanin." Mehmet Azat Soner (17) aşkera kir ku di dema hevdîtinê de, gardiyanan, polîs û leşkeran hem ew û hem jî birayê wî bi hovane derb kirine û wiha axivî: "Êrîşê me kirin, dayika min bertek da nîşan, êrîşê wê jî kirin. Qasî 100 kesî bi qirika me girt û em avêtin derve, ev polîsên sivîl bûn." Sonor aşkera kir ku gotine "Hûnê hêza tirkan bibînin" ew derb kirine û piştî derbkirinê 6 mehan qedexeya hevdîtinê dane wan. Kekê wan Cengîz Soner (30) jî destnîşan kir ku di demên dawî de zextên li girtîgehê gelekî zêde bûne, pêl li serê girtiyan dikin, serdagirtinên qoxûşan pêk tên û di dema hevdîtinê de, gardiyan ji wan re astengiyên keyfî derdixin. Soner piştrast kir ku heke ev hovîtî li wan kiribin, dê girtiyan bikujin û wiha axivî: "Hêj birayê min 17 salî ye, ev çawa mirovahî ye."