'Nobeta Edaletê di hefteya 13'an de didome 2017-06-29 13:28:12 STENBOL - Hiqûqnasan ji bo piştgiriyê bide hiqûqnasên girtî di hefteyea 13'an de li ber Edliya Stenbolê kom bûn û Nobeta Edaletê berdewam kirin. Hiqûqnasên Stenbolê, ji bo piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe yên girtî di hefteya 13'emîn de li ber Edliya Stenbolê kom bûn. Parêzer di hefteya 13'an de li ber Edliya Stenbol a Çaglayanê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek parêzer beştarî daxuyaniyê bûn. Parêzeran stickerên "Parastin nayê girtin" rakirin û xwestin parêzer serbest bên berdan. Parêzeran piştre bi hevre wêneyên komî kişandin û ji bo di hefteya 14'an de dîsa kom bibin navber da çalakiya xwe.