Piştî 4 salan yekem rûniştina polîsê kujerê hat ditin 2017-06-29 14:16:48 AMED - Polisê kujerê Şahin Oner ê 19 salî S.K. piştî 4 salan yekem li Amedê hat dîtin. Heyetê doz taloqî mehên pêş kir. Piştî 4 salan yekem rûniştina kujerê Şahîn Oner ê 19 salî li 7'emîn dadgeha Asliye Ceza hat dîtin. Polîsê kujer S.K. ku di 10'ê Sibata 2013'an de li semta Şehitlikê ya Yenîşehîrê ciwanê 19 salî Şahîn Oner, di çalakiya şermezarkirina dîlgirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bi maşîna zirxî qetil kir. Yekemîn rûniştina S.K. li 7'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê hat dîtin. Di rûniştina dozê de kujer S.K. amade nebû. Li salona dadgehê Bavê Oner Şirin Oner rêveberên ÎHD'ê, û parêzer amade bûn. Piştî îdîaname hat xwendin Bavê Oner Şirin Oner, diyar kir ku kurê wî ji bo biçe cem berber ji malê derketiye û piştre keça wê bi telefonê li wî geriya ye diyar kiriye ku maşîna zirxî li kurê wî xistiye. Bav Oner, anî ziman ku kurêwî 40-45 deqîqeyan hat rawestandin û li şûna bibin nexweşxaneyê ew li qereqolê rawestandin. Bav Oner, anî ziman ku ew dozdar e û dixwaze beşdarî dozê bibe. Dadger daxwaza bav Oner qebûl kir. Şahidê bûyerê Levent Çartay, jî anî ziman ku dema ew li şaneşîna malê bû, koma 7-8 kesan kom bûbûn, 2 maşînê zirxî mudaxaleyî komê kir û kom belav bû û ket nava kolanan. Çartay, anî ziman ku maşîne pir bi lez diçû û hêj maşîne 5 metre dûrî Şahin Oner bû, Oner, destê xwe rakir, lê maşînê lê xist û Oner pelçiqand. Maşînê li sîna Oner xist. Nêzî 5 metre Oner bi erdê re kaş kir. Piştre maşîne ranewestiya û çû. Piştre maşîneyek din a zirxî hat cem Oner û daketin xwar. Polîsan çêr ji Oner re kirin û gotin "Tu hêj nemiriye?" Piştre polîs bi telefonê li amîrê xwe geriya û got "Di destê wî de bombeya deng teqiya ye." Bi qasî min dît tiştekî teqemeniyê li ser wî tune bû." Piştre 5 deqîqe li cem wî sekinin. Welatiyekî ciran bang kir û got ‘Hûn hêj li heviya çi ne. Zarok bibin nexweşxaneyê." Polîsan jî bang li welatî kir û gotin "Were tu wî bibe" û çêr ji welatî re kirin. Piştre bi lêdanê Omer avêtin hundirê maşîna zirxî." Parêzerê Oner û rêveberê ÎHD'ê Abdullah Zeytun, diyar kir ku dema li gorî şahidan û rapora dipê bi bûyerê dinerin dibînin ku polîs bi zanebûn Oner kuştiye. Prz. xwest polîs S.K. li gorî xala "bi zanebûn kuştiye" bê darizandin û cezakirin. Dadger jî biryar da ku li gorî delîlan û îdîayan darizandin wî derbas dike û biryar da ku dadgeha bilind darizîne. Dadgehê biryara be erkdayînê da û doz şand dadgehek bilind u doz taloqî mehê pêş kir.