'Çalakiya me ji bo hişyarkirina AKP'ê ye' 2017-06-29 14:40:26 STENBOL -Parêzer Behîç Aşçi û Zehra Ozdemîr ên bi armanca piştgiriya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ku ji bo heftiyekê dest bi greva birçîbûnê ya bêdorveger kirin, diyar kirin ku wan duh çawa qezenç kir, dê îro jî qezenç bikin. Parêzeran dest nîşankirin ku çalakiya wan di heman demê de, çalakiya hişyariya AKP'ê ye. Akademisyen Nuriye Gulmen û Mamoste Semîh Ozakça yên bi KHK'ê ji kar hartin avêtin, ji bo vegerin karê xwe 113'in rojin ku di grava biçîbûnê dene. Parêzerên Buroya Hiqûqnasan a Stenbolê Behîç Aşçi û Zehra Ozdemîr ji bo piştgiriyê bidin wan ji bo hefteyekê dest bi greva birçîbûnê ya bêdorveger kiribûn. Grevê di roja 2'yemîn de berdewam kir. Di çalakiya ku li Baroya Stenbol dest pê kir de pankarta "Daxwazên Nuriye û Semîh rewane bila bên qebûl kirin" hat daliqandin. Parêzerên di grevê de ne, tîşortên wêneyên Gulmen û Ozakça li ser li xwe kirin. 'WEKE DUH DÊ ÎRO JÎ QEZENÇ BIKIN' Parêzer Aşçi ku di sala 2017'an de jî ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser girtîgehan, 293 rojan ketibû rojiya mirin, diyar kir ku wê demê piştî giştînameya Wezîrê Dadê ya girtî dê karibin di hefteyê de mafê xwe yê 10 saetan ê sohbetê bikar binîn, dawî li çalakiya xwe anî. Aşçi da zanîn ku weke wê demê dê îro jî qezenç bikin û wiha axivî: "Çalakiya greva birçîbûnê ya Gulmen û Ozakça ket roja 113'emîn. Her roja ku derbas dibe kilo didin. Daxwazên wan ne ji bo tehliye kirinê, ji bo vegerin ser karê xwe ye. Ê ku hiştiye Gulmen û Ozakça 113 rojin ser piyan bimîn in, piştgiriya gel e." Aşçi bang li derdorên hestiyar kir ku bêdeng nemîn in. 'ÇALAKIYA HIŞYARIYA JI AKP'Ê RE YE' Aşçi bal kişand ser çalakiya xwe ku didome û wiha bi dawî kir: "Hikûmeta AKP'ê ji bo gohertina qanûnên parêzgeriyê pêşnûmeyekê amade dike. Dadgerek dikare parêzerekê heta hetayê ji dozê bavêje û di heman demê de dikare baroyan jî bigire. Ev çalakiya me di heman demê de, çalakiya ji bo hişyar kirina AKP'ê ye."