Berxwedana Şêx Seîd û hevrêyên wî ji bo parastina nirxên neteweyî bû 2017-06-29 15:19:53 AMED - Li ser darvekirina Şêx Seîd û hevrêyên wî re 92 sal derbas bû û bi minasebeta salvegera şahdeta wan hatin bibîranîn. Di daxuyaniya ji bo bîranînê hat dayîn de, hat gotin ku bi darvekirina Şêx Seîd re, vîna gelê kurd tune hatiye hesibandin û hat aşkerakirin ku ev nenaskirina vînê berdewam dike. Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Şêx Seîd û hevrêyên wî parastvanên nirxên neteweyî bûn. Komeleya Şêx Seîd û Nebiyên Şêx Seîd, di salvegera 92'yemîn a darvekirina Şêx Seîd û hevrêyên wî de, ew bi bîr anîn. Civîna li Cemyeta Rojnamegerên Guneydoguyê ya li Parka Sumerê pêk hat de, ji nebiyên Şêx Seîd Felat Ozsoy, Kasim Firat û Hevşaredarê Tekmanê yê ji peywirê hat dûrxistin Alî Saît Firat, rêveberên Komeleya Şêx Seîd, wekîlên HDP'ê Feleknaz Uca û Îmam Taşcier jî di nav de, gelek kes amade bûn. Di civînê de KAsim Firat axivî û aşkera kir ku Şêx Seîd qasî ku girêdayî ola xwe bû, ew qas jî girêdayê kurd û kuridstaniyê bû û wiha axivî: "Ew ji bo ol û exlaq û ji bo doza Kurdistanê tê koşiya." ‘DEMILDEST YEKITIYA KURDAN DIVÊ’ Firat destnîşan kir ku Şêx Seîd di têkoşîna xwe de cudahî nexistiye navbera nijad û olê û wiha pê de çû: "Şêx Seîd li dijî zilim û tundiyê têkoşîn da. Gelê kurd îro jî têkoşînekê dide û divê vê têkoşînê esas bigire. Îro tundiyek mezin li ser kurdan heye. Şêx Seîd hişmendiya yekitiyê esas digirt û divê gelê kurd jî yekitiyê esas bigire." ‘WAN PÊLA ÎMHAYÊ QEBÛL NEKIR’ Neviyê Şêx Seîd ê bi navê Alî Saît Firat jî metna li ser navê malbatê hatibû amadekirin xwend û ev tişt got: "Komara Tirkiyeyê, wekî vîna avakirinê tirk dan nîşan, hemû nirxên kurdistanî, neteweyî bi tevahî xwestin îmha bikin, Şêx Seîd Efendî, hevrêyên wî û kurdistaniyan ji vê yekê re riza nedan nîşan." Firat diyar kir ku Komara Tirkiyeyê bi awayekî bê perwa êrîşê çand û nirxên kurdistanî kiriye û bi rêya hêza leşkerî û siyasî, tu daxwaz û rizayeke gelê kurd nehatiye girtin û ev êrîş hêj berdewam dikin. ‘BIRYARA DARVEKIRINÊ HIŞMENDIYA MAKEQANÛNA ÎRO YE’ Firat da zanîn ku pêşengên berxwedana Şêx Seîd dema çûne sê darê, ji tu bawerî û nirxên neteweyî dest bernedane û ev tişt hat gotin: "Komkujiyên 29'ê Hezîranê di hişê gelê me de cih girtiye. Ev biryarên darvekirinê yên rejîma Kemalîst, di salên pişt re jî erênî hatiye dîtin û îro jî li gorî esasên rejîma Kemalîst tevdigerin. Li gorî vê hişmendiyê, dê tu mafên siyasî yên gelê kurd neyên naskirin, dê bi sirgûn û kuştinê bibersivînin." ‘BILA RASTIYA DÎROKÊ DERKEVE HOLÊ’ Firat ev tişt got: “Piştî 1925’an Zîlan, Agirî, Dêrsim û Mahabad pêkhat. Heta roja me îro jî cihên wek Enfal, Helepçe, Roboskî, Şengal, Kobanê, Sûr û Cizîr bûn warên qetliyaman û bi dehan qetliyam din pêk hatin. Li dijî daxwaza gelên Kurdistanê ya maf, edalet û azadiyê karakterên faşîst ên nijadperest Kemalîst, Baasî û Farsî bersiv dan.” Firat di berdewamiya axaftina xwe de li ser berxwedana 1925’an rawestiya û wiha pê de çû: “Divê di serî de Tirkiye û hemû kesên berpiryariya wan di nav qirkirin û qetliyamên li ser kurdan heye lêborîna xwe bixwazin. Hemû mafê kurdan ên hatine desteserkirin paş de bidin kurdan. Ji bo heqîqet derkeve holê em daxwaz dikin ku heyetek bêalî bê avakirin û lêkolînan bike. Her wiha em daxwaz dikin ku gora Şêx Seîd Efendî û hevalên wî radestî malbatan bên kirin. Dîsa em daxwaz dikin ku gorên rêzdar Xalît Bedê Cibranî, Mele Saîdê Kurdî, Seyît Riza û yên wek wan radestî malbatên wan bikin. Em dixwazin wesyeta wan a goran pêk were û wezîfeya netewî, sincî û mirovî bên cih. Bila rastiya dîrokê derkeve holê. Em wek neviyên wan û şopdarên doza wan a mafdar em ê tu carê gotinên Şêx Seîd Efendî yê dawî jibîr nekin.” ‘BI MILYONAN DIL LI PEY WE NE’ Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca jî bal kişand ser gora Şêx Seîd û hevalên wî ku tune ne û wiha got: “92 sal berê dilê ku ji bo Kurdîstanek azad lê dida, îro jî heman dil li çar perçeyên Kurdîstanê di dilê milyonan de lê dide. Hûn rehet rakevin îro bi milyonan neviyên we di riya we de têkoşîna we xurtir kirine û didin meşandin.” Palramenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier jî Şêx Seîd û hevrêyên wî bibîr anî û li hember ku cihê gorên wan nabêjin nerazîbûn nîşan da. Piştî axaftinan heyet çû Qada Deriyê Çiyê û dua kirin û Şêx Seîd û hevalên wî bibîr anîn.