Akademîsyenên DEU: Tenê heqîqet dê me rizgar bike 2017-06-29 15:29:16 ÎZMÎR - Akademîsyen Prof. Dr. Cem Terzi, dûrxistina 13 akademîsyenên ji Zanîngeha Dokuz Eylulê hatin dûrxistin şermezar kir û pirsa "Em çima û kengî bûn zalim" pirsî. Terzî, anî ziman ku tenê heqîqet dikare wan rizgar bike û wiha got: "Aştî bi heqîqetê pêş dikev. Daxwaza aştiyê hêjayî her bedelê ye. " Rektorê Zanîngeha Dokuz Eylul (DEU), bi hinceta îmze avêtiye danezana “Em nabin şirîkê vî sûcî" 13 akademisyen dûr xistin. Akademîsyen û nûnerên SES'ê dûrxistina akademîsyenan şermezar kirin. Nûnerên SES'ê û Egîtîm Sen'ê yên Îzmirê, li ser banga Yekîtiya Tabîbên Tirk li pêş Nexweşxaneya Klînîkê ya DEU daxuyanî dan. Gelek akademîsyen, nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî jî tev li daxuyaniyê bûn. Li ser navê komê Akademisyen Prof. Dr. Cem Terzî, daxuyanî da û got: "Em ji bo heqîqet û aştiyê têdikoşin. Divê em pirsa "Çima em bûn zalim" bipirsin. Çima em ji hev dûr ketin û ji nirxên xwe dûr ketin." Terzî, anî ziman ku tenê heqîqet dikare wan rizgar bike û wiha got: "Aştî bi heqîqetê pêş dikev. Daxwaza aştiyê hêjayî her bedelê ye. " Prof. Dr. Sinan Adiyaman jî anî ziman ku ji ber wan danezana aştiyê îmze kir der barê wan de lêpirsîn vekir û wiha got: "Em dê têkoşîna xwe berdewam bike. Piştî daxuyaniyê bi tîlîlîyan meşiyan ber Nexweşxaneya TIP'ê ya Zanîngeha DEU û belav bûn.