12 xebatkarên Şaredariya Qoserê hatin binçavkirin 2017-06-29 15:36:02 MÊRDÎN – Li Qoserê di serdegirtina malan de 12 xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin. Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê serê sibê tîmên taybet di ser gelek malên xebatkarên şaredariyê de girtin. Di serdegirtinê de 12 kes hatin binçavkirin. Çavkaniyan diyar kirin ku lîsteya navê 30 kesan têde hebû, di destê polîsan de bûn. Sedema binçavkirina nehat zanîn û kesên binçavkirî birin Miduriyeta Polîsan a navçeyê. Kesên hatin binçavkirin û navê wan diyar bûn wiha ne: Zeynel İpek, Serhat Oner, Orhan Terkîn, Xelîl Yagan, Erhan Karadag û Alî Tanirgan