Brett Macgork Tebqa ziyaret kir 2017-06-29 16:03:44 TEBQA – Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka yê di Koalisyona Navnetewî de Brett Macgork tevî hin fermandarên Koalisyona Navnetewî serdana bajarê Tebqayê kir. Brett Macgork, Meclîs Sivîl a bajar ziyaret kir. Li gorî nûçeya ANHA, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka yê di Koalisyona Navnetewî de Brett Macgork, duh Eyn Îsayê ziyaret kir. Macgork îro jî Tebqa ziyaret kir. Macgork li pêşiya avahiya Meclîsê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Sivîl a bajar Ehemd Şeiban û hin rêveber û endamên din ê meclîsê ve hat pêşwazîkirin. Civîn li depoyekî madeyên alîkariyê yê bajarê Tebqayê hat lidarxistin. Di civîna ku ji çapemeniyê re girtî bû, Hevserokê Meclîsa Sivîl ya bajarê Teqba Ehmed Şeiban, Cîgirê Hevserokatiya Meclîsê Ehmed Silêman, Hevserokên Buroya Kar û Barên Rêxistinên Alîkariyê Enfal El-Hemade û Merwan Xuce, Hevseroka Şaredariya bajarê Tebqayê Îman Ilêwî û Endama Şaredariyê Dilşa Mislim amade bûn. Civîn du seatan dirêj kir û tê payîn ku di civînê de rewşa alîkariya li bajar hate nîşqakirin. Ji aliyekî din ve jî, tê payîn ku Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka yê di Koalisyona Navnetewî de Brett Macgork, bi hin fermandarên QSD`ê re jî hevdîtinan bike. Ev serdana Macgork di demeke hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê de didomin û her wiha gefên Tirkiye dijî Bakurê Sûriyeyê de zêde dibin de, pêk tê.