Dozger îdianameya 7 rojnamegeran 187 şûnde amade kir 2017-06-29 16:05:56 STENBOL - Dozgerê Stenbolê îdîanameya 7 rojnamegerên ku Midûrê DÎHA Omer Çelîk jî di navde ji doza Redhack’ê hatin girtin 187 roj şûnde amade kir. Dozgerê Komarê ye Stenbolê îdîanameya der barê 7 rojnamegerên ku midûrê DÎHA Omer Çelîk jî heye yên ji doza Redhackê ya têkildarî Wezîrê Çavkaniyên Enerjî u Tabîatê Berat Albayrak hatibûn girtin amade kir. Dozger piştî 187 rojan îdîaname amade kir û pêşkêşî 29'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê re şand. Têkildarî maîlên Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak yên Redhackê ve di 25'ê Kanûna 2016'an de Gerînendeyê Nûçeyan ê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi KHK'ê hat girtin Omer Çelîk û nûçegîhan Metîn Yoksû, edîtorê berê yê Dîkenê Tûnca Ogreten, Gerînendeya Karên Nivîsan a Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Derya Okatan, Hesabgirê Rojnameya BîrGunê Mahîr Kanaat û Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yolcûlûkê Eray Sargin hatibûn binçavkirin. Piştî 24 rojan di bin çavan de man Omer Çelîk, Tûnca Ogreten û Mahîr Kanaat bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin û Derya Okatan, Metin Yoksu û Eray Sargin jî hatin berdan. nûçegîhanê Rojnameya Die Weltê Denîz Yucel jî piştre hatibû girtin.