Velî Saçilik: Nuriye û Semîh bûn çerm û hestî 2017-06-29 16:16:43 ENQERE - Velî Saçilik di çalakiya piştgirya greva birçîbûyê a Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça de axivî û diyar kir ku rewşa tendirûstiya Nuriye û Semîh pir xirab bûye. Saçilik da zanîn ku hevalên wan bûne çerm û hestî. Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ket roja 113'emîn. Çalakiya piştgiriyê ya bi dirûşma "Em dixwazin vegerin karê xwe" didome. Çalakvanên tîşortên wêneyên Gulmen û Semîh li ser heye li xwe kirin û li Kuçeya Karanfîlê kom bûn, xwestin li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a Kolana Yukselê daxuyanî bidin çapemeniyê. Ji ber barîkata polîsan kom hat astengkirin. Ji ber vê yekê çalakvan li Koçeya Karanfîlê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de dovîzên "113 rojin Nuriye û Semîh, 38 rojin Esra Ozakça û 36 rojin Îsmaîl Erdogan di greva birçûnên de" bilind kirin. Engîn Karataş ê ji kar hat avêtin jî piştgirî da çalakvanan. 'EM Ê BERXWEDANA XWE BIDOMÎN IN' Velî Saçilik ku yek ji navên remza berxwedan Kolana Yulselê ye, li ser navê çalakvanan axivî û diyar kir ku ew li dijî Biryara Hukmê Qanûna (KHK) li ber xwe didin. Saçilik da xuya kirin ku wisan di hizirin ku ger karê wan şûn de bidin wan, dê bin bikevin û wiha got: "Lê ger hûn karê me şûn de bidin me, hûn dê bin nekevin, a rastîn dê edalet cihê xwe bibîn e. We edalet ji holê rakiriye. Nêzî salekê ye em li virin û li ber xwe didin. Li hemberî vê yekê tundî li me tê kirin, bobeyên qazê diavêjin nava me û me binçav dikin." 'HEVALÊN ME BÛN ÇERM Û HESTÎ' Saçilik dest nîşan kir ku rewşa tendirûstiya Nuriye û Semîh pir xerab bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hevalên me bûn çerm û hestî. Di medyaya civakî de girseya navê aktor xwe kirine, dibêjin Nuriye û Semîh xarinê dixwin. Em jî ji wan re dibêjin, ger ku xarinê dixwin, wê demê çima rayedarên girtîgehê mafê wêne kijandina Gulmen û Ozakça ji wan distîne? Gelo çima nahêlin dimenên wan derbikevin der ve? Bi van derewan dixwazin, mirovan bixapîn in. Bila vê yekê baş zanibin şoreşger tu carî dev ji soza xwe ber nadin. Dikarin dest ji jiyan û canê xwe bidin, lê tu carî dest ji soza xwe bernadin. We ev yek di salên 96 û 84'an de dît." Piştî daxuyaniyê koma çalakvanan bi berz kirin dirûşma "Em kedkarin, mafdarin û dê qezenc bikin" û lêxistina çepikan belav bûn.