Feleknaz Uca: Duh torosan winda dikir, îro panzer qetil dikin 2017-06-30 09:12:38 AMED - Di demên dawî de li bajarên Kurdistanê polîs bi maşineyên zirxî mirovan dikujin û wekî qeza nişan didin. Polîsan di salek dawî de li bajarên Kurdistanê zêdeyî 26 kurd bi panzêran qetil kirin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, diyar kir ku dewletê di salên 1990'an de bi hezaran kurd bi torosan revandin û windakirin, niha jî bi panzêran qetil dikin. Li Tirkiye 20'ê Tîrmeha 2016’an de OHAL hat îlankirin. Piştî OHAL li Tirkiye hat îlankirin herî zêde mirov li Kurdistanê bi deste polîs û leşkeran hatin kuştin. Polîsan tenê di salek dawî de zêdeyî 26 welatî li Kurdistanê bi panzêran qetil kirin û wekî qeza nîşan dan. Polîsên bûn sedema kuştina welatiyan jî serbest digerin. Herî dawî di 19'ê hezîranê de li Licê polîsan bi maşîna zirxî li maşîna welatiyan xist û 2 welatî di maşînê de qetil kirin û 18 kes birîndar kirin. Xizên ku çûn sersaxiya 2 welatiyan dîsa di rêde ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin. Mahmut Oner (74), Mevlut Dagtaş (64), Abdulhamit Dagtaş (63), Fikri Demirbaş (53) û Zeynep Demirbaş (76) dema ji sersaxiya xizmên xwe vedigeriyan di rê de polîsan bi maşîna zirxî li dolmîşa wan xist û di li nezî deşta Fisê ya Lîcê ew di maşînê de qetil kirin. Di 27'ê Hezîranê de polîsan bi maşina zirxî li navçeya Sîlopya li Mizgin Kizil xist. Ew birîndar kirin û reviyan. Têkildarî mijarê Parlamentera HDP'e ya Amedê Feleknas Uca, têkildarî kuştinên dawî yên bi deste polîsan nirxandin kir. Uca anî ziman ku hemû kesên bi maşînê zirxî tên kuştin tev bi zanebûn û plan tên kuştin. Uca, da zanîn ku hemû mirovên bi maşînê zîrxî tên kuştin tev komkujî ne û sûcê mirovahiyê ne. Uca, destnîşan kir ku bi salan e dewlet bi rê û rêbazên cuda komkujîyên cuda pêk tîne û wiha got: "Bi van şiklên cuda yên kuştinê dixwaze mirovên kurd perçe bike, bihilîne û bi xwe ve girê bide. Dixwaze gelê kurd bike koleyê xwe û kurd seri li ber wan bitewîne." Uca, destnîşan kir ku di salên 1990’an de bi hezaran kurd bi torosan hatin revandin, windakirin û kuştin û wiha berhdewam kir: "Kurd niha jî bi panzer û maşînên zirxî tên qetilkirin. Kujer hatin guhertin, lê kuştin didome. Rêbaz û kes hatin guhertin, lê feraset û yên tên kuştin nehatin guhertin." AŞKERE ÎNFAZ DIKIN Uca, da zanîn ku berê direvandin û bi dizî û veşarî înfaz dikin û wiha lê zêde kir: "Niha aşkere înfaz dikin. Berê kujer nediyar bû, niha kujer diyar e. Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu, got "Dê torosên spî dîsa derkevin piyasê. Wê deme starta kuştinê da. Di salên 19'an de torosên spî, niha maşînê zirxî qetil dikin. Bi zanebûn û plan dikujin. Ev perçeyê konsepta şerê taybet ê li dijî kurdan daye destpêkirin e. Li Wan, Amed, Şirnex û Cizîrê gelek komkujî pêk hatin. li Van bajaran kurd bi zanebûn tên kuştin. Wekî qeza nîşan didin. Lê ev komkujî bi xwe ye. Polîs bi panzêrê şev nîvê şeve li xanî dike û 2 zarokan di malê de qetil dike. Wekî qeza nîşan dide. Li Lîcê di hefteyekî de polîs 8 welatiyan bi maşînê zirxî qetil dike. Ev komkujî ye. Hêzên dewletê êdî bi vê rêbazê komkujiyê pêk tîne. POLÎTÎKA AKP'Ê LI SER KUŞTINA KURDAN PÊŞ DIKEVE Uca, herî dawî destnîşan kir ku kuştnên bi vî rengî ji polîtîkayên dewletê ne bêpar in û wiha bi dawî kir: "Ev komkujî bi tu awayî nayen qebûlkirin. Têkildarî van kuştinan me gelek pirsname û daxwazname dan meclîsê. Lê hemû pêşniyar, daxwaznameû pirsnameyên me ji aliyê AKP û MHP'ê ve hatin redkirin. Hemû kuştin û komkujî li bajarên Kurdistanê pêk tên. Ev teqez ne qeza ye. Ev teqez komkujî ye. Ev perçeya polîtîkayên AKP'ê ya li ser kuştina kurdan e. Ji bo ku em siyaset ê dikin bi hezaran hevalên me hatin girtin. Berpirsiyarê van kuştin, girtin û bûyeran Wezîrê Karên Hundir, Walî û qeymeqam in. Yên dikujin nayên cezakirin. Ev betir kujeran wêrek dike. Medenî Yildirim, Ceylan Onkol û gelek kesên din hatin kuştin, lê kujer nehatin cezakirin. Hezab ji wan nehat pirsîn. Em vê yekê qebûl nakin û emê şopdarê vê yekê bin. Aziz Oruç -dhaber