Îşkenceya li Tarsusê ji wezaretê pirsîn 2017-06-30 12:04:00 AMED - Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê ku nû qediya ye, 80 girtiyên jin bi porên wan girtibûn û bi îşkenceyê ew li wir bi cih kiribûn. Peywirdarên ku gefa şideta cînsî li jinan xwarin, der barê wan de li Miduryeta Giştî ya Girtîgehan serlêdana sûc hat kirin. Li Girtîgeha Tîpa C a Jinan a Tarsusê, Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê hatibû vekirin û di 20'ê Hezîranê de 80 jinên girtî sewqî wir hatibûn kirin, jinên girtî bi awayekî hovane hatibûn derbkirin, leşker, polîs û gardiyanan gefa şideta cînsî li jinan xwaribûn. Ji bo der barê êrîşkaran de lêpirsîn bê vekirin, serî li Miduryeta Giştî ya Gitîgehan dabûn. Parêzera hin jinên girtî Gulşen Ozbek, daxwaznameyek li wezaretê re şand û aşkera kir ku jinên girtî, ji hêla gardiyan, leşker û polîsan ve bi dijwarî hatine derbkirin. Di daxwaznameyê de hat gotin ku destê jinên girtî hatiye kelepçekirin, bi porên wan girtine û bi erdê ve hatine kaşkirin. Leşker, polîs û gardiyanan jinên girtî birine odeyekê û bi peyn û kulman îşkence li wan kirine, pêl li serê wan kirine û porê wan hatiye kişandin. Hat gotin ku ji derveyê muameleya xirab, bi gotinên wekî "Em ê tecawizê we bikin. Copan b.. we" û gef li jinan hatiye xwarin û çêrên qirêj li wan hatiye kirin. ÎŞKENCEYA SÎSTEMATÎK TÊ KIRIN Di daxwaznameyê de tê aşkerakirin ku jinên birine girtîgehê, alavên wan hatine destaserkirin, ji 20'ê Hezîranê vir ve bê pêlav û cil hatine hiştin. Di daxwaznameyê de tê gotin ku avên kaniyên girtîgehê gelekî qirêj in, ji bo neyên vexwarin, anons tên kirin, jinên ku dixwazin ji kantînê ava vexwarinê bigirin, bi bersiva "Kantîn girtî ye" avê nadin wan. Hat aşkerakirin ku jinên ku ji ber êrîşa leşker û polîsan birîndar bûne, ew sewqî nexweşxaneyê nekirine, hat xwestin ku girtiyên birîndar sewqî nexweşxaneyê bên kirin û dawî li îşkenceya sîstematîk bînin.