Piştî peykerê Xanî, li Erdîşê jî parka aştiyê hilweşandin 2017-06-30 12:24:46 WAN – Qeyûmê ku tayînî Şaredariya Erdîşê kirin, Parka Aştî ya 7’ê Hezîranê hilweşand. Şaredariya DBP’ê ya Erdîşê Parka Aştiyê ya 7’ê Hezîranê bi 350 hezar lîreyî çêkiribû. Mehmet Şirîn Yaşar yê ku wek qeyûm tayînî Şaredariya Erdîşê kirin, tabelaya bi du zimanî ya li parkê hatibû daliqandin jî rakir û park bi tevahî rûxand. Her wiha qeyûm, navê kolanên ku bi kurdî û tirkî hatibûn nivîsandin jî guhert. Hêjayî gotinê ye ku piştî hilweşandina peykerê Feylozofê kurd Ehmedê Xanî yê li Bazîdê, niha jî li Erdîşê parka “Aştiyê” hat rûxandin.