McGruk piştî hevdîtina YPG, li Enqerê ye 2017-06-30 12:37:28 ENQERE– Di vê dema, daxuyanên gefxwarinên Tirkiyeyê yên li dijî Efrîn û amadekariyên sewqiyeta leşkerî ya dem bi dem veduguhere şer, Nunerê Taybet ê Trump, McGurk ku duh bi fermandarên YPG’ê re hevdîtin pêk anî, hat Enqerê. Nunerê Taybet ê têkoşîna koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê yê Serokê DYA’yê Donald Trump, Brett McGurk hat Enqerê. McGurk ê duh li bajarê Reqqayê bi rêveberên Meclisa Sivîlan a Reqqayê û fermandarên YPG’ê re hevdîtin pêk anî, îro hat Enqere yê û bi Wêzîrê Karê Derve û Wezîrê Parastinê yên Tirkiyê re ket têkiliyê. McGurk duh diyar kiribû ku ew her hefte Tirkiyeyê der barê pêşketinên li Sûriyeyê, agahdar dikin. McGurk di heman demê de anîbû ziman pêvajoya piştî operasyona Reqqayê wan pir eleqedar dike û wiha gotibû: “Ji bo gelê Reqqayê karibe çarenûsa jiyana xwe tayîn bikin û ji bo vegerin, divê şert û mercên pir baş bên amadekirin.”