Ji bo Yuksekdag bang: Em hevala xwe tenê nehêlin 2017-06-30 14:52:44 ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a parlamenterî û endamtiya wê ya partiyê hat xistin, dê di 4’ê Tirmehê de li Dadgeha Enqerê derkeve pêşberî dadger. Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Ayşe Merva Aytemur bang li jinan kir û xwest tev li dozê bibin. Aytemûr, xwest hemû jin beşdarî rûniştina dozê bibin û Yuksekdag bi tenê nehêlin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê, ji bo doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku di 4’ê Tirmehê de li Dadgeha Enqerê bê dîtin, civîna çapemeniyê pêk anî û banga tevlêbûnê kir. Civîn li avahiya HDP'ê ya Enqereyê pêk hat. Di civînêde Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Ayşe Merva Aytemur axivî û wiha got: “Li dijî partiya me bi rêya dadgehan, operasyonên siyasî yên dijî hiqûqê hatin lidarxistin. Di van operasyonên dîlgirtinê de, weke ku me îfade kirî bi çalakiya ‘lînca siyasî’ Hevseroka me yê Giştî Fîgen Yuksekdag destpêkê parlamenteriya wê hat xistin û dure jî endamtiya wê ya partiye hat betalkirin.” ‘EM EDALETA ZILAM NAS NAKIN’ Aytemur diyar kir ku desthilatdarî dixwaze di serî de gelê kurd, têkoşîna nasnameya gelan rawestîne û wiha got: “Endam û rêveberiyên partiya me yên li bajaran ji ber çalak tê dikoşiyan, bi awayekê dij hiqûqî hatin girtin. Li Tirkiyeyê dadgeheke serbixwe nemaye. Êdî dadgeh li gorî derka hikumetê tevdigere. Feraseta yekparêzî hakim bûye. Em dizanîn ku bi fermana Qesrê, siyaseta Tirkiyeyê bi pergala yek zilamî tê dizay kirin. Em vê edaleta zilam û pergala deshilatdariyê nas nakin.” ‘TEV LI DOZA YUKSEKDAG BIBIN’ Aytemur ji bo tevlêbûna doza Yuksekdag jî bang kir û wiha got: “Edaleta rast û ya desthilatdarî jê ditirse, dê bi têkoşîna Fîgen Yuksekdag, rêhevalên wê û gelên li Tirkiyeyê weke duh, dê îro jî qezenç bike. Li dijî vê pergala desthilatdar divê em li gel Fîgen Yuksekdag bin. Werin em rêhevala xwe ya jin a bi cesaret û sosyalîst tenê nehêlin. Têkoşîna wê têkoşîna me ye. Em bang li hemû kesên piştgiriyê didin edalet û azadiyê dikin ku beşdarî doza Yuksekdag bibin.”