Îstîsmarkar û Ensarîoglu bi hevre wêne kişandine 2017-06-30 14:53:20 AMED – Şevê personelan E.K. bi ajokarê texsiyê re li Nexweşxaneya Dewletê ya Erxaniyê, li dijî personela astengdar îsismara zayendî kir. Derket holê ku E.K. û Wekîlê AKP'ê Galîp Ensarîoglu bi hevre wêne kişandine. Ajokara B.E. û şefê personelan E.K. 4 meh e bi awayekî sîstematîk, li dijî personela astengdarê mejê yê 33 salî yê li Nexweşxaneya Dewletê ya Erxaniyê dixebite îstismara zayendî pêk tînin. Derket holê ku E.K. bi Wekîlê AKP'ê Galîp Ensarîoglu re jî wêne kişandiye. Piştî bûyer derket holê, E.K. hat binçavkirin û di parastina xwe de îdia kir ku "min îstismar pêk neaniye" û bi hinceta "delîl kêm in" E.K. serbest hat berdan. Ji hêla din ve derket holê ku E.K. AKP'î ye û hin xizmên wî di rêveberiya AKP'ê de cih digirin. Ji hêla din ve B.E. di bin çavan de îstismar qebûl kir û piştre hat girtin. B.E. bavê 4 zarokan e û li ser medyaya civakî gelek parvekirinên olî kirine û bi nêzikatiya xwe ya AKP'ê tê nasîn. Hem E.K. û hem jî B.E., li Erxaniyê bi nêzbûna xwe ya AKP'ê tên naskirin. PAR JÎ BI TACÎZÊ HATIBÛ ROJEVÊ Her wiha hat aşkerakirin ku E.K. sala çûyî jî jinek tacîz kiriye û piştî bûyer tê bihîstin, 20 rojan destûrê bi kar tîne. Piştî destûra E.K. diqede, ji ber ku kes der barê wî de serlêdana sûc nake, dîsa wekî şefê personelan dest bi kar dike.