Dê ji bo Gulmen û Ozakça rojekê têkevin grevê 2017-06-30 15:47:36 ENQERE – Kedkarên ku li Kolana Yukselê mafê xwe û karê xwe dixwazin dê ji bo Akademîsyen Nuriye Gulmen û Mamoste Semih Ozakça yên 114 rojin di greva birçîbûnê dene, sibê ji bo rojekê têkevin greva birçîbûnê. Akademîsyen Nuriye Gulmen û Mamoste Semih Ozakça ji bo mafê xwe bistînin 114 rojin di greva birçîbûnê dene. Karkerên ku ji bo mafê xwe bistînin li Kolana Yukselê 234 rojin di çalakiyê dene, pankarta “Em karê xwe paşve dixwazin" diyar kirin ku ji bo ew mafê xwe bi dest bixin û piştgiriyê bidin Gulmen û Ozakça dê sibê ji bo rojekê têkevin greva birçîbûnê. Di çalakiyê de Veli Saçilik, Nazife Onay karkerên mafê xwe diwazin li kolana Karanfilê kom bûn û pankarta “Nuriye û Semîh 114 rojin di grevê dene, bila Nuriye û Semih li karê wan vegerînin" vekirin û xwestin mafê Ozakça û Gulmen bê dayîn. Karkeran bê navber siloganên “Nuriye û Semih rûmeta me ye" û “Em kedkarin mafdar in em dê bi ser bikevin" berz kirin. Li ser navê karkeran Velî Saçilik, axivî û got: "Em kedkarên ku bi KHK'ê hatin dûrxistin, 234 rojin li ber Bîrdariya Mafên Mirovan li karê xwe digerin. Nuriye Gulmen û Semih Ozakçe 114 rojin di greva birçîbûnê dene. Li şûna Soylu guh bide daxwazên çalakvanan, gefa li 111 nivîskar û rewşenbiran dike. Em natirsin, em mafê xwe dixwazin. Li ser navê kedkaran jî Nazife Onay jî anî ziman ku Nuriye Gulmen û Semih Ozakça ji bo mafê xwe bistînin di çalakiyê dene û ji bo ew ji piştgiriyê bidin Gulmen û Ozakça dê ji bo rojekê tekevin greva birçîbûnê. Onay, bang li her kesî kir ku saet di 18.30’an de tev li meşa Kololana Yuksel û Sakarya bibin.