'Dixwazin ji Cerablûsê heta Deryaya Spî korîdorekî vekin' 2017-06-30 17:00:12 NAVENDA NÛÇEYAN – Hat diyarkirin ku plana Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê ber bi dawî ve diçe. Li gorî agahiyên ku hatine girtin, an bi "Mertalê Fratê 2" an jî bi "Şûrê Firatê" dê êrîşê bixin dewrê û heke bi ser bikevin dê ji Cerablûsa di bin kontrola Tirkiyeyê de, heta Deryaya Spî korîdorekê vekirin. Di demên dawî de Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) Efrîn kiriye hedefa xwe û tê gotin ku planên ji bo êrîşê berbi dawî ve çûne. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG'ê yên li Efrînê hatine girtin; li dijî amadekariyên Tirkiyeyê, YPG'ê jî amadekariyên xwe bi dawî kirine û di parastina efrînê de bi israr in. Çavkaniyên YPG'ê aşkera kirin ku Tirkiye li dijî Şehbayê tevgera "Mertalê Firatê" xistibû dewrê, li dijî Efrînê êrîşa "Mertalê Firatê 2" an jî bi zimanê erebî, kurdî û tirkî navê "Seyf Furat/Şur Furat/Firat'ın Kılıcı" amedekarî tê kirin. Li gorî çavkaniyan dê tevgera leşkerî li herêmên wekî Ezez, Marê û bakurê Îdlîpê dest pê bike, hat aşkerakirin ku li herêmên wekî Ezez û Marê qasî 500 leşkerên TSK'ê, tang, obus û maşînên zirxî hatine bicihkirin. Çavaniyên YPG'ê dan zanîn ku komên Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) a ku di nav "Mertalê Firatê" de cih digirt, dê vê carê bi navê Ceyş El Watanî cih bigirin. Dîsa heman çavkaniyan got ku di rojên dawî de MÎT û Ehrar El Şamê re li Tirkiyeyê hin civîn pêk anîne û dê di demek nêz de ev kon xwe fesh bike û bi navê Ceyş El Watanî tev li tevgerê bibe. Der barê armanca operasyonê de jî çavkaniyan ev agahî dan: "Dixwazin ji Ezez û Marê tevgerê bidin destpêkirin, bajarokên wekî Til Rifat û Minixê û balafirgeha leşkerî bi dest bixin. Di vê navberê de ji bakurê Îdlipê ve bikevin rê, bi 3 baskan ve bigihêjin hev. Heke bi ser kevin, dê ji Cerablûsê heta Deryaya Spî dorîdorekî vekin."