Kardêrê kurd Bîrtane hat girtin 2017-06-30 18:05:41 AMED - Li Amedê xwediyê Bîrtane Înşeatê Celalettîn Bîrtane hat girtin. Di çarçoveya operasyona Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, di 22'yê Hezîranê de li hemberî mirovên kardêr operasyonek hatibû lidarxistin. Xwediyê Bîrtane Înşeatê Celalettîn Bîrtane ku di çarçoveya vê oeprasyonê de hatibû binçavkirin, piştî karên li muduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Amedê hat kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê Bîrtane bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar hat kirin û dadgehê biryara girtina Bîrtane da. Nehat zanîn ku Bîrtane bi kîjan hincetê hatiye girtin. Her wiha xwediyê ÇEYSA'yê Mehmet çelîk jî di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibû binçavkirin, lê belê der barê rewşa wî de jî agahî bi dest neketin. Di çarçoveya lêpirsînê de der barê zêdeyî 50 kesî de biryara binçavkirinê hatiye dayîn û heta niha 13 kes hatine binçavkirin. Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin bi îdiaya "Alîkariya KCK'ê dikin" tên tawanbarkirin.