Li Mêrdînê li fabrîkayê teqîn: Birîndar hene 2017-06-30 23:04:23 MÊRDÎN - Li Mêrdînê di fabrîkaya kirêcê de teqînek çêbûe. 8 kes birîndar bûn. Di fabrîkaya kirêcê de ya li ser riya navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji ber şidîna gazê teqînek çêbû. Li gor agahiyên bi dest ketin di teqînê de 8 karker birîndar bûne. Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.