Alîkarê serokê AKP’ê hat kuştin 2017-07-01 08:21:01 AMED – Alîkarê seroka teşkîlata AKP’ê yê navçeya Licê Orhan Mercan (34) li ber deriyê xwe rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin şevê din saet li derdora 23.30’an alîkarê serokê teşkîlata AKP’ê ya Licê ya Amedê li ber deriyê xwe rastî êrîşek çekdarî hat. Nehat zanîn ku êrîş ji aliyê kê ve pêk hatiye û Mercan bi giranî birîndar bû. Mercan ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Licê û li gel hemû mudaxeleya bijîşkan jî jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku cenazeyê Mercan ji bo otopsiyê şandine Amedê.