Li Madena Zêran a Kozayê huqûq tune ye! 2017-07-01 09:14:29 ÎZMÎR -Li gel biryara dadgehê jî Madena Zêran a Ovacikê ya girêdayî Koza Holdîngê ku qeyûm tayînî wê hatibû kirin, nehat mohrkirin. Piştî ku cewher qediya vê carê jî li cihekî din cewher hat peydekirin û li madenê hat xebitandin. Fîrma ji bo biryara darazê ji holê rabike tevdigere. Li gundên Ovacik, Kozak û Gokçeagil ên navçeya Bergama ya Îzmîrê kargehên zêr û zîvan ên Şîrketa Anonîm a Madenên Zêrî ya Kozayê ku piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê qeyûm tayînî wê hat kirin, ji ber bi siyanurê tên xebitandin hema bêjê bi bermayiyên cewherê çiyayên çêkirî çêbûne. Li herêmê ji sala 2009'an ve sê madenên zêr û zîvan ên girêdayî Koza Holdîngê ne hene. Li vê herêma ku ji aliyê erda xwe ve berhemdar e siyanur tê bikaranîn û ji ber vê hemû giyanewerên xwezayê bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne. DADGEHÊ BIRYAR DA, RAYEDARAN MOHR NEKIR Yek ji van madenên zêran jî Madena Zêran a Ovacikê ye ku di nav sînorê gundên Ovacik, Çamtepe û Narlicayê de dimîne. Bi salane hawirdorparêz û gelê herêmê li hemberî vê madenê li ber xwe didin û li ser vê berxwedana wan "Rapora Erênî ya Nirxandina Karîgerî ya Hawirdorê (ÇED)) di meha Nîsanê de ji aliyê 3'yemîn Dadgeha Îdarî ya Îzmîrê ve hat betalkirin. Piştî biryara dadgehê diviya ku di nav mehekê de ji aliyê walîtî û Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê de bihatana mohrkirin, lê belê ji ber cewhera madenan bi temamî qediya fealiyetên lêgerîna madenî hat bidawîkirin. Lê belê madena ku nehat mohrkirin çend sal şûnde fealiyetên xwe li madenên ku li Zozana Kozakê û Gundê Gokçeagilê ne didomîne û bi siyanurê madenan derdixîne. RIYA GUNDIYAN JÎ HAT XESPKIRIN Şîrketa madenê li ser biryara dadgehê jî ranewestiya û ji bo bi rihetî cewhera madenan bi kamyonan bikişîne niha jî riya gundê Narlicayê dagir kiriye. Şîrket beşek zêde ya riya ku diçe gundê Narlicayê bi têlan li gor kamyonan girtiye û ji bo vê yekê tu serdanên destûrî nekiriye û bi gundiyan re neşêwiriye. Gundî li hemberî vê nerazî ne. Berdevkê gundiyên Narlicayê û aktivîstê hawirparêziyê Oktay Konyar, ji bo ji nû ve rê bê vekirin zend û bendên xwe badan û serî li dozgeriyê da. JI BO BIRYARA DARAZÊ JI HOLÊ RABIKIN NIHA JÎ CIVÎNÊ BI WEZARETÊ RE ÇÊDIKIN! Şîrketa Anonîm a Madena Zêrî ya Kozayê ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin, hem bi awayekî derhuqûqî fealiyetên xwe bi rê ve dibe hem jî niha ji bo biryara 3'yemîn Dadgeha Îdarî ya Îzmîrê ji holê rabike tevdigere. Fîrmayê daxwaza Civîna Desteya Nirxandina Lêkolînî (ÎDK) li Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê kir. Wezaretê bi erênî daxwaza fîrmayê bersivand û ji bo civînê bang li rayedarên fîrmayê û hêla dozker kir ku da di 3'yê Tîrmehê de li hev bicivin. CIVÎNEKE DERHUQÛQÎ Yek ji kesên ku dê beşdarî civînê bibe jî Berdevkê Platforma Hawirdorê ya Bergamayê Erol Engel e û got ku, ev civîneke derhuqûqî ye. Engel, diyar kir ku biryara darazê dîsa bi biryara darazê dikare bê betalkirin, lê belê niha li dor biryara darazê çûn hatinek heye. Engel, dest nîşan kir ku pêdiviya her kesî bi huqûqê heye û wiha got: "Em li bendê ne ku edalet peyde bibe."