‘Em tenê li eywanên dadgehê li edaletê nagerin' 2017-07-01 09:16:28 STENBOL - Jinên ku li Maltepeyê pêşengiya Nobeta Edaletê dikin wiha gotin: "Ji bo tenê li eywanên dadgehan li edaletê neyê gerîn û li kuçeyan bê bidestxistin em ê daxilî vê meşê bibin." Meşa Edaletê ya ku piştî girtina Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû ji Enqereyê ber bi Stenbolê ve hat destpêkirin, di heman wextê de jî li Stenbolê li Parka Maçkayê Nobeta Edaletê dest pê kiribû. Paşê çalakvanan Nobeta Edaletê ji Parka Maçkayê birin ber Girtîgeha Maltepeyê ku Berberoglû tê de ye. Nobeta Edaletê di roja 17'emîn de ye. Jinên ku pêşengiya nobetê dikin wiha gotin: "Herî zêde neheqî li me jinan tê, ew çax divê em li edaletê bigerin û wê bînin." Gulşah Karan wiha got: “Ji bo jinan, ji bo zarokên me yanî ji bo pêşeroja me em ê tim bitêkoşin. Roja ku edalet ji bo her kesî be ew çax em dikarin behsa edaleteke rasteqîne bikin. Ji bo em vî mafî bistînin em ê di meşê de cih bigirin. Em dixwazin jinên hemû derdoran tevlî me bibin." ‘EM Ê TENÊ LI EYWANÊN DADGEHÊ LI EDALETÊ NEGERIN' Songul Keleş dest nîşan kir ku divê hemû kesên xwedî wijdan di Meşa Edaletê de cih bigirin û wiha got: "Dema em bi van daxwazan bimeşin dibe ku em bi astengiyên cuda re rû bi rû bimînin, lê bila baş zanibin ku edaleta ku pêdiviya me pê heye dê sibê pêdiviya wan jî pê hebe. Edaleta ku em dixwazin ji bo hemû derdorên civakê ye. Ji bo em di otobêsan de bi êrîşan re rû bi rû nemînin, li cihên kar rastî mobîngê neyên û li kuçeyan bi rihetî bigerin em ê careke din edaletê biqîrin. Ji bo tenê li eywanên dadgehan li edaletê neyê gerîn û li kuçeyan bê bidestxistin em ê daxilî vê meşê bibin." Ayşe Ûzûner anî ziman ku ew ji bo zarok û neviyên xwe di nobetê de ye û wiha got: "Di vê germahiya wek a dojehê de ji bo zarok û neviyên xwe têm nobetê. Wisa difikirim ku divê hemû jin di vê meşê de cih bigirin. Heke em xwedî li pêşeroja xwe dernekevin, dê hin kesên din li ser navê me biaxivin." BANG LI JINÊN AKP'Î KIRIN Nûray Çamci jî anî ziman ku ji ber ku jin li qada ne hin kes nerihet dibin û wiha axivî: "Di warê lixwekirina jinan de, di hemû tiştên jinan xwe îktîdar mafê gotinê di xwe de dibîne. Li ser navê me biryaran werdigire. Lê em li dijî vê yekê ne. Em musadeya tiştekî wisa nadin." Çamci, diyar kir ku divê jin vê meşê wek firsendekê binirxînin. Çamci ji bo piştevaniyên bang li jinên AKP'î jî kir û wiha got: "Ev daxwaza edaletê ji bo her kesî ye." ‘DÊ NIKARIBIN ME HEPSÎ MALAN BIKIN' Tulîn Ûzûner jî anî ziman ku herî zêde pêdiviya kesên ku bi neheqiyan re rû bi rû mane bi edaletê heye û hemû jinan ji bo piştevaniyê vexwand. Ûzûner dest nîşan kir ku îktîdara AKP'ê civakê ber bi muhafezakariyê dibe û wiha got: "Kincên me, sekna me jî dibe sedem ku mêr bi tewrekî cuda li hemberî me bisekinin. Ev jî encama polîtîkaya muhafazakariyê ya îktîdarê ye. Em ê di vê meşa edaletê de li hemberî vê rewşê mafên xwe biparêzin. Dê nikaribin me hepsî malê bikin. Em ê tim li qadan û meşan bin. Bang li hemû jinan dikim; werin em mil bidin milê hevdu."