Çarhawirê Amedê dikin qereqol 2017-07-01 09:19:43 AMED - Li Amedê gelek qereqol tên çêkirin. Welatî ji ber van qereqolan bêzar û bi fikar in. Di vê sala dawî de li Amedê gelek projeyên qereqolan hatin amadekirin û niha yeko yeko tên çêkirin. Bi taybetî jî li Sûr û Rezanê qereqol tên çêkirin. Ev qereqol welatiyên li derdorê nerihet dikin. Li kuçe û kolanên ku tim û tim wesayîtên zirxî bi awayekî dewriyeyî digerin, mirov êdî ditirsin ku bimeşin. JI BO ÎFADEYÊ GAZÎ WELATIYÊN KU DAXWAZNAME NIVÎSANDIN KIRIN Qereqolên li xaçarêya Batikentê û li şûna ocaxa tenduristiyê ya li Rezanê li ber qedandinê ne. Di navbera van herdu qereqolan de kîlometreyek jî tune ye û tê diyarkirin ku heke ev qereqol bên temamkirin dê li van deran aloziyeke cidî xwe bide der. Her wiha li Rezanê welatiyên ku li hemberî çêkirina qereqolê îmze kom kirin, niha qereqol gazî wan dike û îfadeyên wan werdigire. ‘LI KUDERÊ TÊ DÎTIN KU MIROV OCAXA TENDURISTIYÊ BIRÛXÎNE Û LI ŞÛNA WÊ QEREQOLÊ ÇÊBIKE' Piştî ku li Rezanê Ocaxa Tenduristiyê ya Jimare 2'yan hat rûxandin û li şûna wê qereqol tê çêkirin, welatiyan bertek nîşan da. Welatiyekî ku bi salan e li navçeyê berbertiyê dike wiha got: "Li kuderê cîhanê hatiye dîtin ku mirov ocaxa tenduristiyê birûxîne û li şûna wê qereqolê çêbike. Heke êrîş çê bibin, çi bibe dîsa dê bi esnafan bibe. Ji bo xwe biparêzin me davêjin talûkeyê." BARIYERÊN BETONÎ TRAFÎKA BAJÊR FELC DIKIN Bariyerên ji bo ewlehiyê li pêş qereqolan hatine danîn û wesayîtên zirxî ku li ber qereqolan tên parkirin trafîka bajêr felc dikin û dibin sedema qezayan. Herî dawî bariyerên li ber Şaxa Trafîkî bûbûn sedema birîndarbûna du zarokan.