Zarokê du çavên xwe winda kirin beraet kir 2017-07-01 09:36:29 AMED -Li Hênê, di dema protestoyên Kobaniyê yên 2014’an de polîsan mudaxileyî çalakvanan kiribû û di dema protestoyan de dema Mûstafa Solmaz di rê de diçû cismekî metal li serî wî ket û ji ber vê her du çavên xwe winda kiribûn. Lê hatibû îdiakirin ku dema teqemeniya destan (EYP) diavêt polîsan birîndar bûye. Solmaz, ji doza ku 9 sal cezayê girtîgehê ji bo wî dihat xwestin beraet kir. Di 30'yê Mijdara 2014'an de li hemberî êrîşên DAIŞ'ê yên li Kobaniyê li navçeya Hênê ya Amedê jî çalakiyên protestokirinê hatin lidarxistin û di dema van çalakiyan de cismeke metal li serê Mûstafa Solmaz ku di rê de diçû ket û ji ber vê Solmaz bi giranî birîndar bûbû û paşê her du çavên xwe winda kiribûn. Di doza ku piştî bûyerê hat vekirin de Solmaz beraet kir. Lê belê wê demê Walîtiya Amedê ji bo Solmaz ku bi giranî birîndar bûbû û di 15 saliya xwe de her du çavên xwe winda kirin, her çi qas di destê wî de tu şop tune bûn jî wiha daxuyandibû: "Di nav koma çalakgeran de kesê bi navê M.S. (15), ji ber teqemeniya di dest wî de teqiyaye bi giranî ji serê xwe birîndar bûye." Lê belê, Laboratûara Krîmînal a Polîsan a Amedê li ser kincên Solmaz lêkolîn kirin û raporeke "rastî tu bermayiyeke teqemeniyê nehatiye" amade kir. Piştî tedawiya li nexweşxaneyê Solmaz li dadgeh îfade da û tiştên pê tê tawanbarkirin hemû red kirin. Solmaz bi şertê dê bi awayekî negirtî bê darizandin serbest hat berdan. Serdozgeriyê Komarê yê Hênê lêpirsîna der barê bûyerê de di sala 2016an de temam kir û tawanbariya "Di dema belavkirinê de muqawemetiya li çek û wesayîtan", "Ji bo peywir neyê kirin tevgeriyaye", "Bêyî çek tevlî meş, civîn û xwepêşandanên dijqanûnî bûye" îdianame amade kir û xwest ku Solmaz ji 2 salan heta 9 salan bê cezakirin. Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Hênê îdianame qebûl kir. ‘DI DEMA BÛYERÊ DE HER DU ÇAVÊN XWE WINDA KIRIN Û BI SER DE JÎ TÊ DARIZANDIN' Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Hênê ku bi sifetê Dadgeha Zarokan darizandin kir, di danişîna 7'an de biryar da. Solmaz tevlî danişîna biryarê nebû, lê belê endama Komîsyona Huqûqê ya ÎHD'ê Mûhterem Suren tevlî danişînê bû û got ku, muwekîlê wê di dema bûyerê de her du çavên xwe winda kirine û bi ser de jî li dadgehê tê darizandin. Suren, dest nîşan kir ku di dosyeya dozê de tu delîlek tune ye ku pesend bike ku muwekîlê wê tevlî çalakiya protestoyê bûye. Suren, got ku dema muwekîlê wê di cihê bûyerê re derbas bûye perçeyekî metal li serê wî ketiye û birîndar bûye. Suren, anî ziman ku di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku dema muwekîlê wê EYP avêtiye birîndar bûye, lê belê di vî warî de tu delîl tune ne û ev rewş jî nîşan dide ku ka îdianame li ser delîlên çi qas qels hatiye amadekirin. Suren, got ku di lêkolînan de jî li ser kinc û destên Solmaz de tu bermayiyên teqemeniyê nehatine dîtin û di vî warî de rapor jî hatiye amadekirin. Endamê Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD'a Amedê û parêzerê Solmaz, Ercan Yilmaz jî dest nîşan kir ku di girtenameya polîsan a ku di 1'ê Kanûna 2014'an de amade kirine de jî hatiye diyarkirin ku dema Solmaz EYP diavêt polîsan birîndar bûye, lê belê divê darizandina cezayî ne li ser qenaetan li ser delîlên şênber, teqez û bawerker bê birêvebirin. Parêzeran, beraeta Solmaz xwest. Piştî parêziyan dadwer biryara xwe daxuyand û bi hinceta ku tu delîlên sûcên ku Solmaz pê tên darizandin tune ne biryara beraetê da.