Gulsum Kav: OHAL’ê şiklê kuştina jinan jî guhert 2017-07-01 09:52:31 DUZCE – Nunera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestîn in, Gulsum kav diyar kir ku bi OHAL’ê re çawanî û karakterê qetilkirinên jinan jî hatin guhertin. Bi rewşa awarte ya OHAL’ê re tundî, êrîş, bê mafî û qetilkirinên jinan pir zêde bû. Ji ber polîtîkayên bêcezahiştina bersûc û kujaran, ev yek roj bi roj pêş dikeve. Nunera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestîn in, Gulsum kav der berê polîtîkayên li ser jinan axivî û diyar kir ku di tenê di meha Gulanê de 39 jin hatin qetil kirin. Kav da zanîn ku her ku diçe ev hêjmar zêde dibe û wiha got: “Bi OHAL’ê re qetilkirinên jinan zêde bûye û bi zimanê tundî û şer, çawanî û karakterê vê yekê jî hatiye gohertin. Kav anî ziman ev rewş bi awayekê hovane tê jiyîn û wiha bi lêv kir: “Îdîayên di OHAL’ê de îşkece zêde bûye hene. Eziyetê li jinan dikin, bi kelpetan diranên wan hildikin û bi awayê di hiqûqê de hatî îfade kirin bi ‘hestên cinawirî’ tên qetilkirin. Em dibînin ku kuştinên ‘kiryar nediyar’ zêde bûne. Ev rewşek pir xerabe.” ‘ÊDÎ JIN BERTEKAN NÎŞAN DIDIN’ Kav dest nîşan kir ku bi salane, ji bo ku kujer ceza bigrin têdikoşin û wiha domand: “Hemû awayên tundiyê yên li ser jinan zêde dibin, yek ji elametên pergalê ne. Di encamên polîtîkayên li ser bedena jinan de, her roj di wesayîtên veguhezî yên nava bajêran de hewldanek ji bo guhertina li xwe kirina cil û libasên jinan heye. Ev nêzîkatiyeke pir bêperdaqiye (Kustahça). Ji xwe li dijî vê yekê têkoşîn jî avabû. Jinên xwedî nêrîneke berfireh tu carî nêzîkatiyên zilam ên pergal serî ji wan re ditewîne qebûl nakin. Ji bo baweriya me bi vê yekê were, têkoşîn û danayeke mezin heye. Di her bêmafiyekê de jin bertekên mezin nîşan didin. Bi taybetî ev di pêvajoya referandomê de der ket holê.” ‘EV XWÎNSARÎ ÇIYE?’ Kav da bal kişand ser xwînsariya rayedaran ên li hemberî tundiya jinan û wiha pê de çû: “Vê pêvajoyê çawan bi xwînsarî temaşe dikin? Her roj evqas tişt tên serê jinan, lê qet dengê xwe dernaxin. Di serdemeke wihan de ne gengaze ku tundiya zilam bê qebûl kirin, rêzik neyên naskirin û bersûc neyên dadgeh kirin. Bê guman dê jin cîhanek wisan qebûl nekin. Dê jin destûrê nedin vê yekê.” ‘DÊ PLANA KADEM TÊ BÎÇE’ Kav bi bîr xist ku li şûna saziyên jinan ên hatin girtin, bi taybetî li bajarên Kurdistanê, Weqfa Jinan û Demokrasiyê (KADEM) bi alîkariya hikûmetê ku rêveberiya wê Sûmeyye Erdogan dike, hat avakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tê îdîa kirin ku tezên Sumeyye Erdogan ên der barê paratina mafê jinan dene. Lê ev parastineke wihaye. Ev parastineke jinan hewcedar û diyarkirî nîşan dide. Ev îstîhdam ji bo jin dinava malbatê de kirder bibe û nava malbatê were xurt kirin hatiye çêkirin. Dîsan ji bo jinan bi zilamê malê, yan jî bi siyaseta zilam ve bide girêdan, ev yek tê kirin. KADEM hem qezençên jinan ji holê radike, hem jî li gorî tezên fitratê yên jinan ku ew diyar dikin, li ser navê jinan armanc dikin ku di qada cîhanê de xebat bidin meşandin. Plana wan ev e, lê ev plana wan dê têk biçe.”