Li ser wehşeta Sêwasê re 24 sal derbas bû: Edalet hêj winda ye 2017-07-01 09:53:19 ENQERE - Zarok, ciwan, nivîskar, helbestvan û hunermend jî di nav de bi giştî 33 kes bi awayekî hovane hatin şewitandin. Li ser vê wehşetê re 24 sal derbas bû lê hêj edaletê li deriyê civaka elewî neda ye û daxwaza bila hotel bibe "Muzeya Şermê" jî hêj nehatiye qebûlkirin. Yek jî komkujiyên herî hovane ya dîroka Tirkiyeyê komkujiya Sêwasê ye, di 2'yê Tîrmeha 1993'yan de û roja înê ev komkujî pêk hat. Li ser vê roja reş a bi xwîn re 24 sal derbas bû. 33 canên ku ji bo bîranîna Pîr Sultan Abdal hatin gel hev, li Otela Madimakê li hev kom bûn û li ber çavê Tirkiyeyê bi hovane hatin şewitandin. Di çarçoveya bîranîna 30'yê Hezîrana 1993'yan de, di pêşengiya Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal de, dê cara 4'emîn bi beşdariya rewşenbîr, hunermend û hozanan, bîranînek bihata li darxistin, gelek kes ji Enqereyê berê xwe dan Sêwasê. Girseya xwe gihand Sêwasê, di roja yekemîn de wekî ku hatibû plankirin derbas bû. Azîz Nesîn ê pirtûka 'Ayetên Şeytan" wergerî tirkî kiribû û ew jî tev li şahiyê bûbû, di roja duyemîn a şahiyê de provokasyonan dest pê kiribû. Li mizgeft û derûdorê hin kom li hev civiya bûn û axaftinên dê êrîşê şahiyê bikin li herêmê belavbûbûn. Hin belavokên ku ji hêla kê ve hatine nivîsandin û wekî ku ev kesên şahiyê lidardixin êrîşê "Xwedê, quran û namûsa mumînan dikin" di nava gel de hatin belavkirin û gel provoke kirin. Ev belavok bi tabetî li herêma Medreseya Buruciyê ku li vê herêmê nivîskar û rewşenbîran pirtûkên xwe îmze dikirin, hatibûn belavkirin. Rojnameyên herêmî jî di çarçoveya belavokan de manşetên xwe avêtibûn. CIVÎNA ÇAPEMENIYÊ Di 1'ê Tîrmehê de bi vekirî provokasyon pêk dihatin, lê li dora Otela Madimakê tu tevdîrên ewlehiyê nehatibûn girtin. Azîz Nesîn di 2'yê Tîrmehê de civîneke çapemeniyê li darxist û bertek nîşanî manşetên rojnameyên herêmî da. Lê nûçegihanê Anajsa Nûçeyan a Îhlasê pirsên navtêdan (tahrîk) kirin û ev hêj zêdetir bûn sedema hêrs û bertekan. Di çarçoveya şahiyê de lîstikvanên Şahiya Canê bi lêdana daholê xwestin şahiyekê pêk bînin, lê koma li ber Mizgefta Çîfte Mînareyê li hev kom bûbûn û nimêja înê dikirin, bi gotinên wekî "Ev zindiq dixwazin bangê bitepisînin" û gel sor kirin. Bi dirûşmên wekî "Dê Sêwas ji layîkan re bibe goristan", "Komar li Sêwasê hat avakirin, dê li Sêwasê hilweşê" û "Dê Sêwas ji Azîr re bibe goristan" êrîşê Navenda Çandê û welatiyan kirin. KOMKUJIYÊ DEST PÊ KIR, LEŞKER JI OTELÊ VEQETIYAN Piştî li herêma Navenda Çandê êrîş rawestiyan, hejmara êrîşkaran zêde bû û hejmara wan derket 10 hezar kesî. Êrîşkaran Qonaxa Hukumetê dan ber keviran û Otela Madimakê ya 500 metreyî durê qonaxê para xwe ji êrîşan girt. Komek leşkerên tên li ber otelê û bi dirûşma "Leşker bila biçe Bosnayê", piştî demekî bi êrîşkaran re hevdîtinê dkin û li wir vediqetin. Êrîşkaran maşîneyên li ber otelê wergerandin û benzîna ku ji erebeyan vela dikin agir berdidn otelê. Ekîbên agirkuj ên tên herêmê, xortomên wan tên teqandin û ji bo agirê otelê zêde bibe, pineyan di nava benzînê de dikin û di şibekeyên şikestî de davêjin otelê. 'MUDAXALE NEKIN' Di vê navberê de kesên di otelê de mabûn li rayedaran geriyan û qêrînên di otelê de bi wan dan guhdarkirin. Xwe gihandin Waliyê, Midurê Polîsan û gelek rayedarên wê demê yên Sêwasê. Li Serokwezîr, Wezîrê Karê Hundur, Alîkarê Serokwezîr û gelek serokên partiyan jî geriyan. Rayedaran got "Netirsin hemû ewlehî hatiye girtin" lê tu ewlehî nehatibû girtin. Heta li gorî hin îdiayan, Midûrê Polîsan ê wê demê Dogukan Oner piştî ji peywirê digirin, her çendî rewşa xeter ji wî re hatiye gotin jî wî fermana "Mudaxale nekin" daye. Piştî 12 saetan qaşo "mudaxaleyê" êrîşkaran kirin û agir hat vemirandin. Du peywirdarên otelê û 35 kesên ji bo bîranînê hatibûn jiyana xwe ji dest dan. 51 kesên di otelê de bi derfetên xwe ji hundur kerketin. 33 CAN… Di vê komkujiya li dijî civaka elewî de, nivîskar, helbestvan, hunermend, wêjevan, ozan û zarok jî di nav de bi dehan kes hatin qetilkirin. Ev ne tenê pêşengên civaka elewî, di heman demê de pêşengên civaka Tirkiyeyê jî bûn. Hozanekî wekî Muhlîs Akarsu bi hevjîna xwe Muhibe Akarsu re li Madimakê berbi rêwîtiya bê dawî ve çû, ji ber bandorbûna Karacaoglan û Pîr Sultan Abdal, di dilê gelê elewî de cih girtibû. Ji ber stranên ku gotibû, di dema Derbeya salên 80'yan de hatibû girtin, li pey xwe bi ji 100 zêdetir stran, 4 kaset û gelek berhemên qedîm hişt. Asim Bezîrcî lêkolînvan û nivîskar bû û kalekî 67 salî bû. Bezîrcî di salên zanîngehê de fikrên sosyalîzmê nas kir û endamê Partiya Sosyalîst a Tirkiyeyê bû. Bezîrcî li pey xwe 70 pirtûk hiştin. Hostayê "curaya sê têlî" hozan Nesîmî Çîmen jî bi stranên xwe di dilê civaka elewî de cih girtibû û hozanekî Elewiyên Bektaşî bû. Ew jî di nav 33 canan de hat qetilkirin. Çîmen bi zimanê kirmanckî jî dihat nasîn û hevrêyên wî Yaşar Kemal û Yilmaz Guney bû. Hasret Gultekîn bi kaseta xwe ya kurdî a bi navê "Newroz" ku yekemîn kaseta fermî ya kurdî ye, bi awazên ewlewiyan ê "şelpe" di 6 saliya xwe de li tembûrê xistibû, di 11 saliya xwe de kerdketibû ser dikê û di 22 saliya xwe de bû vîrtuozê tembûrê. Nivîskar û helbestvan Metîn Altiok, bi giran bîrîndarî radikin nexweşxaneyê li wir jiyana xwe ji dest dide. Altinok yek jî helbestvanê salên 60'î ye û li pey xwe bi dehan berhemên qedîm hiştin. Di komkujiyê de karîkatûrîst Asaf Koçak, helbestvan Behçet Sefa Aysan, rojnameger Mehmet Kaynak, helbestvan Ugur Kaynar, hunermend Edîbe Sularî jî di nav kerwanên nemiran de bûn, dîsa Koray û Menekşe Kaya yên 12 û 15 salî, Asuman û Yasemîn Sîvrî yên 16 û 17 û wendekara zanîngehê ya hollandayî Carîna Cuanna jî di nav de bi giştî 33 can hatin qetilkirin. RAYEDARAN ÇI GOTIBÛ? Di wê serdemê de hikumeta SHP-DYP'ê ya di serokwezîrtiya Tansu Çîllerê û Serokomariya Suleyman Demîrel de hebû. Demîrel gotibû ku "Bûyereke munferît e. Sorkirinek mezin heye" û kesên hatibûn qetilkirin sûcdar dabû nîşan. Dîsa gelek dawxazên wekî bila "Ev otel bime muzeya şermê" jî ev 24 sal e hêj nehatiye qebûlkirin û darizandineke bi rêk û pêk pêk nehatiye. Piştî bûyerê 190 kes hatin binçavkirin, 124 kes hatin girtin û doza li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Sêwazê dihat dîtin, ji bo ewlehiyê şandin Dadgeha Hejmara 1'emîn a Ewlehî ya Dewletê ya Enqereyê. Bi îdiaya bersûc zêde hatine sorkirin, cezayê wan hat daxistin. Dîsa hat gotin ku ji 8 kujerên Cafer Erçakmak û Yilmaz Bag mirine; doza Şevket Erdogan, Koksal Koçak, Îhsan Çakmak, Hakan Karaca û Necmî Karaomeroglu ket ber demboriyê û doz hat xistin. ERDOGAN: BILA BI XÊR BE Serokwezîrê wê demê Erdogan dema di 13'ê Adara 2012'an de ji komcivîna partiya xwe derket, li ser pirsa doza Sêwasê ketiye ev bersiv dabû: "Bila ji bo gel û welatê me bi xêr be." Dîsa parêzerên bi navê Hayatî Yazici, Kemal Kurt, Mehmet Bulut, Bulent Tufekçî, Zeyîd Aslan, Alî Aşlik, Halîl Urun û Husnu Turan jî parêzerê kujeran bûn û hemû ji AKP'ê bûn parlamenter.